Me dîmenên hundirê Girtîgeha Sînayê ya ku DAIŞ'î hewl dabûn jê birevin girtin 2022-01-25 20:43:02   HESEKÊ - Ajansa me dîmenên hundirê Girtîgeha Sînayê ya li Hesekê girtin. "Operasyona Paqijkirinê" ya QSD'ê ya li hemberî DAIŞ'iyên ku di 20'ê Çileyê de êirş biribûn ser girtîgehê didome.    DAIŞ'ê di 20'ê Çileyê de êriş biribû ser Girtîgeha Sînayê ya li Taxa Xiwêran a Hesekê. Operasyona Hêzên Ewlehiya Hundirîn a li hemberî DAIŞ'iyan didome.    Ajansa Mezopotamyayê (MA) dîmenên hundirê Girtîgeha Sînayê ya ku hê jî operasyon lê didome, girtin.      Di operasyona îro de 8 qawîş hatibûn kontrolkirin û 250 DAIŞ'î jî teslîm bûbûn. Ji roja ku operasyon dest pê kiriye heya niha hejmara DAIŞ'iyên teslîm bûne 550 ye. Her wiha QSD'ê bi operasyonek taybet jî 9 kesên di destên DAIŞ'ê de xelas kiribûn. Hêzên QSD'ê yên girtîgehê û derdora wê bi temamî xistine bin kontrola xwe, operasyonên xwe yên li hundirê girtîgehê gav bi gav didomînin.   Di dema operasyonan de car carinan di navbera hêzên QSD'ê û DAIŞ'iyan de pevçûn rû didin.    MA / Nazim Daştan