Egîtîm Sena Şirnexê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê 2022-01-26 09:16:48 ŞIRNEX - Sekretera Jinan a Egîtm Senê ya Şaxa Şirnexê Serap Ok diyar kir ku dersa bijarte ya kurdî mafek e lê bes ev maf têrê nake û divê beriya her tiştî pêşiya perwerdehiya kurdî were vekirin û zarokên kurd bi zimanê xwe werin perwerdekirin.  Bi salane li Tirkiyeyê polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê li ser zimanê kurdî berdewam dikin.  Di sala 2012'an de mûfredeta nû ya Wezareta Parastinê (MEB) ku hat amadekirin, cih dan dersa hilbijartî ya zimanê kurdî jî di bin navê ziman û zaravayê biyanî de. Li gorî mufredeta perwerdehiyê xwendekarên diçin polên 5, 6, 7 û 8'emîn dikarin kurdî hilbijêrin û di hefteyê de 2 saet perwerdehiya zimanê kurdî were dayîn. Hikûmeta AKP'ê bi salan e li ser vê yekê polîtîkayên xwe didomîn e. Di dibistanan de dersên hilbijartî hene, lê mamosteyên ku dersê bidin tune ne. Her wiha di nava 20 hezar mamosteyên ku di sala 2021’an de ji aliyê MEB'ê ve di 5’ê adarê de hatin tayînkirin tenê sê mamosteyên kurdî hatin tayînkirin.    GILIYÊ ASTENGKIRINA ZIMANÊ KURDÎ KIRIN    Yek ji bajarên ku herî zêde kurdî lê tê axaftin jî Şirnex e. Tevî ku li Şirnexê û navçeyên wê xwendekar dersa hilbijartî ya zimanê kurdî hildibijêrin jî, ji ber ku li dibistanan mamoste tune ne ev daxwaza wan tê betalkirin. Li aliyê din li gorî daneyên di sala 2013-2014’an de 53 hezar xwendekaran kurdî hilbijartî ye. Di salên 2014-2015’an de ev rêje ji sedî 45 zêde bûye û bûye 85 hezar. Lê belê di van salên dawî de ji ber pergala perwerdehiyê ya xerab daxwaz kêm bûye. Lê li hin deveran tê gotin ku li bajarên bakurê Kurdistanê astengî ji xwendekaran re tê derxistin ku kurdî nehilbijêrin. Malbatên xwendekaran têkildarî mijarê de serî li Baroya Şirnexê dan. Baroya Şirnexê jî bi daxwaza ku derheqê mijarê de bên agahdarkirin ji  Midûriyeta Perwerdehiyê ya Şirnexê û midûriyetên navçeyan agahî xwest. Di heman demê de baroyê derheqê mijarê li dozgeriyê gilî.    Sekretera Jinan a Sendîkaya Kedkarên Pewerdehiyê û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şaxa Şirnexê Serap Ok derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.     'ASTENGKIRINA DERSA KURDÎ SÛC E’    Ok, diyar kir ku her çend di mufredata MEB'ê de dersa hilbijartî hebe jî mamoste tune ne û her çend li bajêr daxwazên kurdî hebin jî di dibistanan de pêşî li vê yekê tê girtin û wiha axivî: "Tiştên ku em jê re dibêjin perwerde û hîndekarî tiştekî domdar e. Heger hûn dixwazin zarokan li ser qadekê perwerde bikin, berî her tiştî divê kesên ku di wê qadê de cih digirin û di wî warî de hatine perwerdekirin bên peyvirdarkirin. Divê perwerdekar hebin û ev perwerdekar derkevin qadan. Lê dema em niha dinêrin, tenê zanîngehek di vî warî de perwerdehiyê dide. Ji xeynî vê mamostayên me yên ku bikarin di vê qadê de perwerdê bidin û zanîngehan de bên perwedekirin tune ne.  Zimanê hilbijartî hebe jî, hejmara mamosteyên ku dikarin di vî warî de dersan bidin gelek kêm e. Ji ber ku mamoste nayên tayînkirin. Di vî warî de rêvebirên dibistanan pirsgirêkên cidî derdixin. Wek mînak, di hemû dibistanan de ji xwendekaran re  dibêjin, 'Divê hûn vê qadê nehilbijêrin. Ji ber ku di vê qadê de mamoste tune ne ku dersê bidin we'.  Em vê weke sûc dibînin. Mafê malbatan heye ku dersan bijêrin. Lê mixabin ev maf û azadiya malbatan ji destê wan tê girtin."   'XEBATA HILBIJARTINÊ YE'   Ok, da zanîn ku di salên borî de daxwaza ji bo perwerdehiya zimanê kurdî zêdetir bûye û wiha got: “Li gorî daneyên di sala  2013-2014’an 53 hezar xwendekaran kurdî hilbijartin e. Dema em li salên 2014 û 2015'an dinêrin ev rêje ji sedî 45 zêde dibe û ev hejmare dibe 85 hezar xwendekar.  Xwestin pêşiya vê bigirin. Ji ber vê yekê wan ji mufredatê ev beş derxistin. Atmosfereke ku ‘Kesek vê beşê nahilbijêre’ çêkirin. Bi dîtina min ev kampanya bijartina dersa kurdî xebateke hilbijartinê ya îqtidarê ye.”    'DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ’    Ok destnîşan kir ku ew dibêjin beriya her tiştî divê zarokên kurd bi zimanê xwe yê zikmakî werin perwerdekirin û got: “Divê zimanê kurdî yê bi milyonan kurd wekî dersa hilbijartî neyê dîtin. Mafê van  zarokan heye ku bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin. Em dersa bijarte erênî dibînin. Lê belê têrê nake. Divê ev qad li zanîngehan bê avakirin û xwendekarên ku di zanîngehan de tên perwerdekirin dakevin qadan û xizmeta vî gelî bikin.”