Li Cizîrê teqîn: 3 kes birîndar bûn 2022-01-26 11:10:13   ŞIRNEX - Li taxa Banêxanê ya Cizîrê li malekê teqîn pêk hat û 3 kes birîndar bûn.   Li taxa Banêxanê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li malekê teqînek pêk hat. Di teqîna ku hat diyarkirin ji ber gazê pêk hatiye de hevjînên hev Nezahat Mendeş û Hasan Mendeş û zarokê wan birîndar bûne.    Birîndaran rakirin nexweşxaneyê û tedawiya wan dan destpêkirin.