Rapora Girtîgehên Tîpa T yên Tarsus, Aksaray û Eregliyê hat weşandin 2022-01-26 15:37:33 MÊRSÎN – Di rapora ÎHD, OHD û TUHAY-DER a Çukurovayê de hat destnîşankirin ku îşkence li girtiyan tê kirin, nêzikatiyeke xerab heye û di mijarên xwarin, vexwarin û paqijiyê de jî pirsgirêkên mezin hene. Saziyan diyar kir ku mafê ragihandinê yê girtiyan jî tê binpêkirin û girtiyên nexweş nayên dermankirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Şaxên Komeleya Piştevaniya Bi Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (TUHAY-DER) yên Mersînê rapora ku di derheqê binpêkirinên li girtîgehên herêmê tên kirin de amade kirin, bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de pirsgirêkên li Girtîgehên Tîpa T yên Tarsus, Aksaray û Eregliyê hatin ragihandin. Di daxuyaniyê de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Fatma Kurtulan û nûnerên rêxistina civaka sivîl amade bûn. Rapor ji hêla Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Mêrsînê parêzer Battal Gazî Încî ve hat xwendin.    ÎŞKENCE Û NÊZÎKATIYA XERAB   Încî diyar kir ku îşkence û nêzikatiya xerab sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wiha domand: “Li Girtîgeha Eregliyê endamên îstîxbaratê bi darê zorê dixwazin agahiyan ji girtiyan bigirin. Girtiyên ku naxwazin agahiyan bidin jî bi gotinên wek ‘em dikarin we ji vir derxînin ku êdî kesek şopa we jî nebîne’ gef lê tê xwarin. Ev sepan tê wateya binpêkirina qanûna mafê azadiya raman û îşkenceyê ye.”   ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN BERDAN’   Di berdewamê de jî Încî naveroka hevdîtinên bi girtiyan re parve kir û da zanîn ku li hemû girtîgehan jî girtiyên nexweş hene lê tevî vê yekê jî yan nayên dermankirin an jî baş nayên dermankirin. Încî destnîşan kir ku ji bo gelek girtiyan rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne hatiye derxistin lê dîsa jî bi hincetên cuda ev girtî nayên berdan.    ‘TENDURISTIYA GIRTIYAN DI XETEREYÊ DE YE’    Parêzer Încî daxuyand ku bijîşkên li herêmê gelemperî nêzikatiyeke xerab nîşanî girtiyan didin, bi rêbazên keyfî derman dikin û tedaviya bi kelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin. Încî têkildarî xwarin û vexwarin û paqijiyê de jî ev agahî dan: “Hat dîtin ku xwarinê kêm didin, xwarina heyî nayê xwarin, ava şebekeyê ava bîrê ye û zêde şor e, demekî dirêj ava germ nadin girtîgehan, gelek caran av tê birîn û tiştên li kantînan jî hem biha û hem jî zêde bêqelîte ne. Li hêla din tevî rewşa pandemiyê jî alavên paqijiyê bi qasî tê xwestin nadin girtiyan, pir kêm maskeyan didin û gardiyan bêmaske dikevin girtîgehan. Bi kurt û kurmancî di vê rewşê de tenduristiya girtiyan di bin gefekî mezin de ye.”    PIRSGIRÊKÊN RAGIHANDINÊ    Încî di berdewamê de jî bal kişand ser pirsgirêka ragihandin û derfetên civakî û wiha pê de çû: “Mafê ragihandinê û derfetên civakî ji destê girtiyan hatiye girtin. Rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê, pirtûkên bi Kurdî û yên li ser çand û dîroka Kurdî nadin girtiyan. Di heman demê de derfet ji girtiyan re nayê dayîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bikarin bi rêveberiya girtîgehan re hevdîtinan bikin. Rêveberiyên girtîgehan bi cezayên disiplînê dema girtîmayînê dirêj dikin û vê rêbazê jî li dijî girtiyan wek gefekî bi kar tînin.”    BANG LI SAZIYAN KIR   Încî di dawiya raporê de jî bang li saziyan kir û wiha got: “Banga me ji bo Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM’ê, Wezareta Edaletê, Yekîneya Mafên Mirovan a Walîtiyê, Lijneya Şopandina Girtîgehê, Yekîneyên Edlî, partiyên siyasî û Rêxistinên Mafên Mirovan ew e ku serlêdanên me û raporên me yên bi raya giştî re hatine parvekirin esas bigirin û ji bo çareseriyê bikevin nava hewldanan.”   REWŞA AYSEL TUGLUK   Piştî xwendina raporê Hevserokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr axivî û balkişand ser rewşa Aysel Tugluk û ev tişt anî ziman: “Rewşa ku Aysel Tugluk tê de ye rewşa girtîgehan radixe ber çavan. Tevî rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne jî nayê berdan. Ev yek ne hiqûqî û ne jî wijdanî ye. Divê hemû kes berteka xwe nîşanî vê rewşê bide û ji bo Tugluk di nava hewldanan de be.”