Newroz Ehmed: Me planeke mezin a DAIŞ'ê têk bir 2022-01-26 17:58:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed ku piştî bi temamî kontrolkirina Girtîgeha Sînaa ya Hesekê daxuyanî da, ragiahnd ku wan planeke mezin a DAIŞ'ê û alîgirên wê têk birine û girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi temamî kontrol kirine.    Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ragihand ku operasyona li Girtîgeha Sînaa ya Hesekê ku DAIŞ'iyan êriş biribûn ser wê û hewl dabûn ên di girtîgehê de birevin, bi awayekî serketî bi dawî bûye. Di daxuyaniyê de Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed axivî û diyar kir ku wan planeke mezin a DAIŞ'ê û alîgirê wê têk biriye.   Newroz Ehmed hurguleyên êrişê û operasyona li dijî êrişê bi raya giştî re parve kirin.    Ehmed di daxuyaniyê de ev tişt gotin: "Şaneyên DAIŞ'ê bi erebeyeke bomebebarkirî êriş dan destpêkirin. Hin ji wan derbasî girtîgehê bûn. Li gorî planên wan; wê destek ji derve wergirtina, lê hêzên me bi lez mudaxele kirin, girtîgeh û derdora wê dorpêç kirin û plana wan têk birin. Dorpêçkirin gava yekemîn a bersivandina êrişê bû û me gav bi gav dorpêç li şaneyan teng kir. Di hundirê girtîgehê de bi hêzên me re ketin nav şer, lê hatin têkbirin, yên ku şer nekirin xwe teslîm kirin û ji bo navendên din hatin veguhastin. Ji bo girtiyên din niha navendên din tên amadekirin."   Newroz Ehmed destnîşan kir ku ev êriş di dema salvegera ragihandina dîroka Rêveberiya Xweser û êrişên li ser Efrînê de pêk hatine û got: "Em hemû dizanin ku ev dîrok ne tesaduf bû, em dizanîn ku ev êriş bi planeke derve, di serî de bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk hat."   Newroz Ehmed eşkere kir ku 10 hezar şervan beşdarî vê pêngavê bûne û şêniyên taxên Xiwêran û Zihûrê jî destek dane hêzên wan.   Ehmed got: "Şerên dijwar hebûn, lê hêzên me bi baldarî û hişyarî tevdigeriyan, da ku tu ziyan negihêje sivîlan ku şaneyan di êrişên xwe de wan wekî mertalên zindî bi kar dianîn."   Ehmed, spasiya şêniyên her du taxan û şêniyên bajêr û Hêzên Parastina Civakî kir ku destek dane hêzên wan.   Ehmed, têkildarî hejmara kuştiyên DAIŞ'ê de jî ev agahî parve kirin: "Hejmareke mezin a çeteyên DAIŞ'ê yên êriş kirin hatin kuştin, lê heta niha me hejmara dawî negirtiye, di demên pêş de em ê hejmarê eşkere bikin."   Newroz Ehmed, diyar kir ku plana DAIŞ'ê planek mezin bûye û xwestine li gelekên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Reqa, Dêrazorê û Holê jî di nav de tevliheviyê derxînin. Her wiha Ehmed, detsnîşan kir ku operasyonên lêgerînê yên li herêmên din berdewam in û heta ku dawî li şaneyên din ên DAIŞ'ê were dê operasyonên wan bidomin.   Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Hejmareke mezin a çeteyên girtî di girtîgehên hêzên me de ne. Bidawîkirina xeteriya wan ne berpirsyariya hêzên me û gelê herêmê tenê ye, berpirsyariya civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî ye jî û divê ev berpirsyarî pêk bê."