Piştgiriya ji bo Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan mezin dibe 2022-01-27 16:38:40 AMED/WAN - Dayika girtiyê ku sewqî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê hat kirin û li dijî ferzkirina lêgerîna tazîdest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, serdana Nobeta Edaletê kir.  Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayê berdan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin di roja 73'yan de berdewam dike. Dayika girtî Hogir Batû ku sewqî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê hat kirin û li dijî ferzkirina lêgerîna tazîdest bi çalakiya greva birçîbûnê kir Zahîde Batû serdana malbatên girtiyan kir. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê jî serdana malbatan kirin.    Dayik Batû, di serdanê de axivî û diyar kir ku ji bo edaletê hatiye serdana malbatan û ev tişt got: "Ez ji bo kurê xwe li vir im. 50 sal dane kurê min. Ez vê qebûl nakim. Tu tiştekî ku ez ji kurê xwe re dişînim qebûl nakin. Xawlûya ziwakirina serçav jî nadinê. Divê cenazeyê tu girtî ji girtîgehê dernekeve. Ez li pişt kurê xwe me."   Xizma girtî Hazal Yildirim jî wiha axivî: "Ji bo edaletê, ji bo ku cenazeyê girtiyan ji girtîgehan dernekevin em li vi rin. Em ji bo aştiyê li vir in. Dengê me heta cihê ku diçê bila biçe."   WAN    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Wanê jî di roja 48'an de berdewam dike. Dayika girtî Îrfan Sabay ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye Behîce Sabay û hevjîna girtî Îbrahî Alkan ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye Dilşah Alkan nobetê girtin. Pêkhateyên Platforma Şaxên Sendîkayên Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wan serdana malbatan kirin.    'EM EDALETÊ DIXWAZIN'   Hulya Atli ku li ser navê platformê axivî, bal kişand ser çalakiya ku malbatan daye destpêkirin û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Ev çalakî pîroz e û em timik li cem dayikan e."   Xizma girtî Behîce Sabay jî da zanîn ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têdikoşin û wiha got: "Em berdana hemû girtiyan dixwazin. Em edaletê dixwazin."