Penaberên afgan ên qaçax dihatin xebitandin hatin binçavkirin 2022-01-28 13:44:19   KOCAELÎ - Polisan bi ser kargeha ku qaymeqam, şaredar û parlamenterekê AKP'ê wê vekirin de girtin û nêzî 50 afganên ku bi qaçaxî li kargehê dixebitîn binçav kirin.    Li navçeya Korfezê ya Kocaeliyê, polisan bi ser kargeha kîsan a ERDAŞ Groupê ku qaymeqam, şaredar û parlamenterê AKP'ê yê Kocaeliyê Cemîl Yaman di sala 2018'an de vekirin wê kiribûn de girtin. Polisan li, kargejê nasnameya karkeran kontrol kir. Di encama kontrolkirinê de polisan tespît kir ku kargeh 50 karkerên afgan bi awayekî qaçax dide xebitandin. Polisan her pêncî karkerên afgan binçav kir û bi otobûsa şaredariyê wan bir Miduriyeta Polisan a Navçeyê.