Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan 2022-01-29 09:08:41 ANTALYA - Hasan Çelîk ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin û cezayê wî xelas bûye, tevî biryara berdanê ya dadgehê jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayê berdan.  Berdana girtiyên ku cezayên wan xelasbûne, piştî di 1’ê Çileya 2021’an Rêziknameya Têkildarî Nirxandina Hikumxwariyan û Navendên Çavderiyê ket meriyete, bi hêcetên ecêb tê astengkirin. Hasan Çelîk ê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” , “propagandaya rêxistinê” û “Madeyên teqemeniyê li cem xwe peydakirin” 12 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hat birîn, 10 sal in girtî ye. Tevî cezayê Çelîk di 25’ê Kanûna 2021’an de temam bûye jî bi hêcetên ku “ne di rewşeke baş de ye” û “Bi personel re hev nake” berdana wî 3 mehan hat taloqkirin. Li ser biryara Lijneya Çavderiyê ya Girtîgehê di 9’ê Kanûnê de dabû, parêzerê Çelîk di 22’yê Kanûna 2021’an de serî li 2’yemîn Dadgeha înfazê ya Antalyayê da. Dadgeha ku îtîraza Çelîk qebûl kir, biryara lijneyê betal kir, tevî vê yekê jî Çelîk dîsa nehat berdan.    DOZGER Û DADGEHÊ XWEST WERE BERDAN   Dozgeriyê di mutaalaya xwe de xwest ku Çelîk were berdan. Dadgeha Înfazê jî di 14’ê Çileyê de biryara betalkirina Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê belta kir û biryar da ku Çelîk were berdan.   GIRTÎ NAYÊ BERDAN   Serokatiya Lijneya Çavderiyê ya Girtîgehê ku biryara berdana Çelîk a Dadgeha Înfazê pêk naîne, di 20’ê Çileyê careke din kom bû. Lijneyê xwest ku Çelîk biçe “Qawişa serbixweyan”. Berdana Çelîk ê ferzkirina lijneyê qebûl nekir, bi hêceta “têkiliya xwe bi rêxistinê qût nekiriye” ji aliyê lijneyê ve hat astengkirin.    BERTEK NÎŞANÎ BIRYARA GIRTÎGEHÊ DA   Çelîk, wê careke din îtîrazî vê biryarê bike, serî li dadgeha jortir bide. Xwuçka Çelîk, Rojwer Çelîk bertek nîşanî pêkanînên keyfî û bêhiqûqî dan û wiha got: “Birayê min tevî cezayê wî di 25’ê Kanûna 2020’an bi dawî bû jî li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê bi awayekî bêhiqûqî tê ragirtin. Me ji bo vê rewşê serî li yekeyên têkildar dan, Dadgeha Înfazê îtîrazên me qebûl kirin û biryara berdana wî da. Lê komîsyona girtîgehê bi hêceta birayê min qawişa xwe neguhertiye, berdana wî taloq kir. Em van pêkanînên keyfî yên bêhiqûqî qebûl nakin û dixwazin demildest birayê min were berdan. Em dixwazin ku raya giştî li dijî van bêhiqûqiyên li girtiyên siyasî tên kirin bêdeng neminin û li hemû girtiyên siyasî xwedî derkevin.”   DIVÊ BIRYAR WERE PÊKANÎN   Endamê MYK’a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îlhan Ongor, bertek nîşanî biryara rêveberiya girtîgehê da û wiha got: “Komîsyona girtîgehê ji dadgehê ne bilindtir e, divê biryarê pêk bîne.”   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen