Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e 2022-01-29 09:09:45 AMED - Dayika Hogir Batû yê çalakiya wî ya greva birçîbûnê ya li dijî lêgerîna tazî û mûameleya xerab a li girtîgehê daye destpêkirin di roja 37’an de ye, Zahîde Batû, diyar kir ku bi fikarin û xwest tiştên diqewimin bi dawî bibin.  Hogir Batû yê dema qedexeyên derketina kolanan ên navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat girtin û pişt re ji Doza Nisêbînê cezayê hefsê yê muebbeta girankirî lê hat birîn, di 23’yê Kanûna 2021’an de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê hat kirin. Batû, ji ber lêgerîna tazî ya li wî hatibû kirin, di 24’ê Kanûna 2021’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Batû, roja 4’emîn a çalakiya xwe de ji aliyê gardiyanan ve bi saetan di odeya bisunger de ma û gardiyanan li wî dan.    Malbat û parêzerê Batû, li ser vê yekê serî li sazî û dezgehên mafên mirovan ên weke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, Baroya Amedê û CPT’yê dan. Malbat û parêzer xwe amade dikin ku ji bo binpêkirin bi dawî bibin û daxwazên Batû bi cih werin, serî li Wezareta Dadê dan.    ÎŞKENCE LI KURÊ WÊ KIRINE   Zahîde Batû ya di 27’ê Çileyê de serdana çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Amedê dane destpêkirin kiribû, bertek nîşanî sewqkirina kurê xwe da. Dayik Batû, bi lêv kir ku îşkence li kurê wê kirine û wiha got: “Ez û keça xwe çûn cem wî. Ji min gotin ewil tu here bi keça xwe re biaxive pişt re keça te bila biçe. Ewilî ez çûm bi kurê xwe re biaxivim. 2 gardiyan li cem min bûn. Min nikarî rast û dirûst bi kurê xwe re biaxivim. Tenê min karî 15 deqîqeyan biaxivim.” Batû, da zanîn ku kurê wê jê re gotiye ku ji ber li dijî lêgerîna tazî derketiye, dest û lingên wî kelemçekirine û bi saetan wisa hatiye hiştin û bang kir ku demildest daxwazên kurê wî bên bi cih anîn.    Batû, bal kişand ku çalakiya kurê wê kete roja 37’an û wiha berdewam kir: “Ez naxwazim cenazeyê wî ji girtîgehê derxînim. Ez nikarim li malê bisekinim. Her tim kurê min di bîra min de ye. Mafê wan nîne ku îşkenceyê bikin. Ez li pişta zarokê xwe me.”   ‘GEFAN LI KURÊ MİN DIXWIN’   Batû, da zanî ku kurê wê di 6 salên girtî mayî de sewqî 4 girtîgehên cuda hatiye kirin û bi lêv kir ku li her girtîgehê bi binpêkirinên mafan ên cuda re rûbirû maye. Batû, anî ziman ku gardiyan li deriye hucreya ku kurê wê lê dimîne xistiye pirsa “Te hêj xwe nekuştî ye?” pirsiye û wiha axivî: “Kurê min bi gotina ‘ez xwe qet nakujim’ bertek nîşanî wan dide. Ew jî van gotinan ji kurê min re dibêjin. Gefan li kurê min dixwin û ditirsînin.”