Midûrê polîsan ji malbata Dayan re got: Çima hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin 2022-01-29 09:23:31   ŞIRNEX - Mehmet Saît Dayan, apê Abdulgaffar Dayan ê wesayîta zirxî lê qelibî û jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku Midûrê Midûriyeta Polîsan a Cizîrê ji wan re gotiye, "Demek berê li ser kolana Nisêbînê heman tişt qewimîbû, kesî tiştek negot. Lê ji ber ku ev maşîneya ewlehiyê ye hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin."    Li navçeya Cizîr a Şirnexê xwendekarê bi navê Abdulgaffar Dayan (23) di 24’ê Çileyê de dema di ser pira kevin (Cadeya Yafesê) re ber bi dersxaneyê ve diçû, wesayîta zirxî ya Ranger lêxistibû û  jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê bi çend rojan, Şaredariya Cizîrê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin duh na pêr daxuyanî da û diyar kir ku wesayîta li Dayan qelibiye aydê wan e. Her wiha şaredariyê îdia kiribû ku wesayît ne ya zirxî ye, pîqabeke xizmetê bûye.    Mehmet Saît Dayan, apê Abdûlgaffar Dayan, têkildarî bûyerê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'DILÊ WÎ SEKINÎ BÛ'      Mehmet Saît Dayan, anî ziman ku di roja ewil de xuya bû ku wê biraziyê wî jiyana xwe ji dest bide û got: "Di saet 08:30'an de min agahî wergirt ku maşîneya zirxî li biraziyê min qelibiye û ew rakirine nexweşxaneyê. Beriya min her kes derbasî nexweşxaneyê bûbû. Piştî ku em çûn nexweşxaneyê destûr nedan ku em biraziyê xwe bibînin. Me paşê ew dît. Me çawa ew dît me zanibû ku wê bimre. Ji ber ku ew pir êşandibûn. Ji xwe dilê wî sekinîbû. Bi mudexeleyê hat rizgarkirin. Dema hat rizgarkirin bijîşkan ji me re got, ji sedî 5'ê dilê wî dixebite. Paşê gotin, dê wî emeliyat bikin. Emeliyat baş derbas nebû. Xwîna ketibû nava wî. Tevdîr hatin girtin, lê xwîna nava wî berdewam dikir. Bijîşkan got, xwîn nayê sekinandin. Pişt re derbasî beşa awarte bûn. Hat gotinin, ji ber ku rewşa wî pir giran e sewqkirina wî ya ber bi bajarekî din ve xetere ye. Girêdayî cîhazê bû. 2 rojan di bin çavdêriya giran de ma û dû re jî jiyana xwe ji dest da."   MIDÛRÊ EMNIYETÊ: HÛN BÛYERÊ BER BI CIHEKÎ DIN VE DIKIŞÎNIN   Dayan, da zanîn ku Midûrê Midûriyeta Polîsan a Cizîrê ji wan re gotiye ji ber ku maşîneya midûriyeta polîsan e bûyer tê mezinkirin û wiha domand: "Midûrê Emnîyeta Cizîrê hat nexweşxaneyê. Me jê re got, 'Wesayîtên we yên zirxî di kolanên ku zarok û kal tê de ne bi lez diçin.' Me jê re got, 'Divê wesayîtên we li kuçeyan bi lez derbas nebin.' Wî jî got, 'Wesayîta zirxî lez derbas nebûye.' Me jê re got, 'Bi lez dihat.' Ji me re got, 'Li ser cadeya  Nisêbînê jî heman tişt qewimî. Welatiyê ku motorê lê xist mir, lê kesî dengê xwe nekir. Lê ji ber ku ev maşîneya ewlehiyê ye, hûn bûyerê dikişînin aliyekî din.' Me jê re got, 'Tiştekî wisa nîn e, em bêbextiyê li tu kesî nakin.'"    '28 METRE EW BI ERDÊ VE KAŞ KIRIYE'    Mehmet Saît Dayan diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina li van bûyeran tevdîr divên û got: “Wesayiteke normal be jî divê bi lez derbas nebe. Li gorî agahiyên ku parêzer dane me, di qeydên polîsên trafîkê de hatiye qeydkirin ku ew 28 metreyan bi erdê ve kaş kirine. Ger mirovek 28 metreyan bi erdê ve bê kaşkirin ji xwe dimire. Ger mirovek ji avahiyeke 10 qatî bikeve erdê, çi dibe? Dimire. Heman tişt qewimî. Di heman demê de ew 40 deqeyan li erdê hiştine û li benda ambulansê mane. Her kes li dora wî kom bûye û gazî kirine, lê 40 deqîqe şûn de ambulans hatiye cihê bûyerê. Baran dibariya. Di bin baranê de j maye. Qezayên wiha li herêma me pir diqewimin. Divê pêşî li ber vê bê girtin, divê tevdîr bên girtin. Heya bûyerek çênebe divê wesayîtên zirxî neyên kuçe û kolanan. Gava diçin cixareyekê dikirin jî bi wesayîtên zirxî diçin. Divê wiha nekin."    MA / Zeynep Dûrgût