Di 13 saliyê de kete girtîgehê û niha jî ji bo azadiya bavê xwe têdikoşe 2022-01-29 10:24:31 AMED - Herdem Merwanî ya helbestvan di 13 saliya xwe de hate girtin. Ji ber êrişên dewlet û Hîzbûllahê nan nediçû mala malbata Merwanî lewma jî xwîşkeka wê ji birçan jiyana xwe ji dest da. Merwanî niha jî hem beşdarî çalakiya Nobeda Edaletê dibe û hem jî bi wêjeyê berxwedana xwe didomîne. Herdem Merwanî (43) hem helbestvaneka kurd û hem jî perçeyeke têkoşîna azadiyê ya gelê xwe ye. Tevî keça xwe, beşdarî Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê hatiye destpêkirin dibe. Tiştên bi serê wê û malbata wê hatîn, yek ji mînakên zilma li Kurdan hatiye kirin û berxwedana li dijî vê zilmê ye. Herdem Merwanî ji gundê Cûmatê yê paytexta Merwaniyan Farqînê ye ku navê xwe jî ji Merwaniyan digire. Yek ji wan kurdan e ku bi awazên Radyoya Erîwanê û dilsojiya kilamên şevbiherkan mezin bûye. Di wan serdemên ku televîzyon hêj zêde belav nebûbûn de fikra neteweyî ya Merwanî jî li dora van çalakiyên çandî teşe digire.      Zarokatiya Merwanî li gund derbas dibe. Wê demê televîzyon zêde berbelav nebûbûn lewma jî têkiliya Radyoya Erîwanê di navbera wan û cîhana derve de pirek bû. Merwanî wan rojan wiha vedibêje: “Di dema me de derfetên ku em nûçe, geşedan û bûyeran bişopînin nîn bûn. Tenê radyoya Erîvanê hebû û me hemû agahiyên çanda kurdî, bûyeran û stranên kurdî ji wir guhdar dikirin. Her êvarê derdora 15 deqe-nîv saetê bername û stran hebûn. Temenê min biçûk bû, min ev radyo guhdar dikir û jê pir bandor dibûm. Malbata min malbatekî kurdewar bû, çanda kurdî lê hatibû rûniştin. Hevalên bavê min ên dengbêj hebûn, ji derdorên rêxistinên kurd hevalên wî hebûn. Ji aliyê siyasî û çandê hevalên wî hebûn. Gelek ji wan bandor bûm. Em wek malbatekî bi van kesan re diman.”    ‘KURDBÛNA XWE JI BÎR NEKE’   Merwanî hêj di temenekî biçûk de bi fikra neteweyî mezin dibe. Merwanî da zanîn ku dapîra wê ermen bû û wiha qal dike: “Rojekî pîra min got, ‘bizanin ku hûn kurd in. Divê ev her tim di bîra te de be. Her tiştekî ji bîr bike lê vê ji bîr neke. du hun.’ Ev gotin tim ji min re gotinekî germ dihat û min dikişande nav xwe. Ji ber vê yekê her tiştê ku kurd û kurdî bala min dikişand. Mînak Leyla Qasim zêde behsa wê dihat kirin. Her behsekî kesekî yan jî bûyerekê bandoreke cuda li ser min dida avakirin. Di nava wan derfet, der û doran de mezin bûm. Mînak, wek zarokeke 11 salî di nava mesele û pirsgirêkên mezinan de dimam. Mînak, qala nefta Êlihê dihat kirin. Min xwe bi xwe digot; ‘Gelo çima em jî ji petrola Êlihê sûdeke baş nagirin.”   ‘GELO KURDEK ÇAWA DIBE CERDEWAN?’   Di serdema zarokatiya Merwanî de Tevgera Azadiyê her ku diçe bihêztir dibe û kasedên Koma Berxwedan û Şivan Perwer li her deverê belav dibin. Merwanî dibêje çawa ku dema filmek dihat sînemayê gel ji bo temaşekirinê diçû, dema malbatekî kasetek bi dest bixista jî gazî heval û hogirên xwe dikir. Merwanî got ku bavê wê kesekî dewlemend bû û wiha didomîne: “Bavê min kesekî naskirî û jê dihat heskirin bû. Mala me carnan dibû hedefa êrişan. Lewma malbata me banga cerdewaniyê qebûl nekir. Berteka min jî mezin dibû û min digot; gelo Kurdek çawa dibe cerdewan? Di wî emrê xwe de diketim nava meseleyên mezinan.”   DI ZAROKATIYÊ DE HAT GIRTIN   Merwanî di sala 1992’yan de hêj di 13 saliya xwe de li ser îfadeya kesekî tê girtin. Tevî temenê wê yê biçûk jî sê mehan di bin çavan de dimîne. Merwanî anî ziman ku saziyeke wê demê bikare wan biparêze nebû yan jî haya wan jê nebû. Merwanî derheqê pêvajoya girtina xwe de wiha got: “Dema hatim girtin, berf hebû. Dema hatim berdan jî daran kûlîlk vekiribûn. Lewma tu carî ji bîra min naçe. Pora min jî kin bû lê 3 meh piştre dema derketîm, min cara yekem neynik dît. Wê demê min ferq kir ku pora min dirêj bûye.”   BANDORA KOMUNÊ   Merwanî di berdewamê de jî qala serpêhatiya xwe ya li girtîgehê kir û ev tişt anî ziman: “Li girtîgehê di nava girtiyên edlî de mam. Ji ber ku malbat nedihat, pere nebûn. Girtiyên edlî di navbera xwe de ji bo min û hevala min a ji min mezintir cil, pere, sabûn û hwd. kom kirin. Wê komûnê bandoreke mezin li min kir. Demek piştre em ji Mûşê veguhestin Xarpêtê. Sebra min bêhtir li Mûşê dihat. Ji ber ku ew neyartî nebû. Hem girtî û hem jî gardiyan baştir bûn. Piştî em çûyîn Xarpêtê, wê demê min hîs kir ku ketime destê dijmin. Cihekî pir xerab bû. Li wir girtî dibirin nexweşxaneyê û kontrola bekaretê dikirin. Ez û hevala min jî birin. Ez zêde di ferqê de nebûm lê hevala min gelek aciz dibû. Dema em çûyîn nexweşxaneyê, girseyek li deriyê wê bû. Dixwestin me lînç bikin û leşkeran bi zorê em xelas kirin. Ji bo me digotin terorîst û nedixwestin em biçin wir.”    ZAROKATIYA LI GIRTÎGEHÊ    Bi domdarî Merwanî got ku êdî li girtîgeha Xarpêtê dimîne û li girtîgehê carnan çalakî çêdibûn. Merwanî destnîşan kir ku wê demê kovara Govendê bo wan dihat û ev tişt anî ziman: “Di kîjan rûpelê de çi heye, min tevek ji ber kiribûn. Di dawiyê de teybek dabûn me, kasetên dihatin girtîgehê li hemû qawîşan digerî û dihat guhdarkirin. Ger gotin bala min dikişand û min wateya wan mereq dikir. Girtîgeh ne tenê cihekî girtî ye, divê tu li dijî neyar li ber xwe bidî. Li wir zarokatiya min, hevalên min ên zarokatiyê û ciwantiya min tê bîra min. Li kîjan girtîgehê bûyerek biqewime, ez dikim rojeva xwe. Ji ber ku bûyerên herî zêde min diêşînin girtîgeh in. Te dît kes behsa zarokatî, dibistan an jî taxa xwe dikin lê ez qala bîranînên li girtîgehê dikim. Hevalên min ên li wir bêhtir di bîra min de ne. Kurdan her tim zindan veguherandine kelehên berxwedanê. Zindan di warê xeta polîtîk û çandî de cihên girîng in. Ji berê heta niha li dijî vê zilma ewqas mezin, berxwedaneke bêhempa tê kirin.”    ‘AXAFTINA BI TIRKÎ ŞERM BÛ’   Merwanî dibêje ku dema diçû dibistanê dapîra wê jê re digot; ‘biçe dibistanê lê tirkiya xwe li wir bihêle û neyîne malê.’ Merwanî got ku axaftina bi tirkî wek şermek bû û wiha domand: “Hêj jî wisa ye. Dema cara ewil hatibûm girtin, li Mûşê polîsek bi zimanê min dikeniya. Ev ji bo min bû rikeke mezin. Min di temenek biçûk de dest bi nivîsandin û nivîsandina helbestan kir. Her ku helbestekî dinivîsim, ew polîs tê bîra min. Wî polîsî bandoreke mezin li min kir. Li zindanê zêdetir li ser wêjeya kurdî xebitîm û ez pêş xistim.”  Helbestvan Merwanî da zanîn ku li mala wan her gav dengbêj rûdiniştin, şevbihêrk li dar dixistin û wiha qala wê demê kir: “Çîrokên Mem û Zînê, Xecê û Siyabend cara ewil ji wan dengbêjan guhdar kir. Min Şakiro pir guhdar kir. Hêj di 7 saliya xwe de min bi dengbêjiya digot. Cara ewil jî min strana ‘Diyarbekir bişewite 7 şibak e’ gotibû. Bi ketina zindanê re min êdî dest bi nivîsandina helbestan kir.    ‘ÎŞKENCEYA LI ZINDANAN QED NEQEDIYA YE’   Merwanî destnîşan kir ku ji destpêka komarê heta niha li zindanan her tim pirsgirêk hene û wiha axivî: “Em bi bîranînên îşkenceyên salên 80’î mezin bûn û di salên 90’î de jî em bi xwe di nav de bûn. Zindan, her tim ketine nava jiyana kurdan. Pirsgirêk û îşkenceya li zindanan tu carî ji rojevê derneketiye. Girtî, berê pêkve diman lê niha her yek xistiye hucreyekî. Wek malbata girtiyan, em tu sûdekî ji mafên girtiyan nagirin. Polîtîkayeke zirav dimeşînin û dixwazin civakê hêdî hêdî hîn bikin. Heta mafê xwendina pirtûkan jî binpê kirine. Mehê carekî pirtûkekê didin girtiyan û nameyên bi kurdî qedexe ne.”    ZILMA DEWLET Û HÎZBÛLLAHÊ   Di berdewamê de jî Merwanî bal kişand ser bûyerên salên 90’î û ev agahî parve kirin: “Di salên 90’î de li Farqînê bûyerên giran qewimîn. Bavê min wê demê hat girtin. 50 rojan binçavkirî ma û me tu agahî jê negirt. Îşkence lê hatibû kirin. Wê çaxê ez di zindana Xarpêtê de bûm. Piştre jî hat girtin û êdî nehat berdan. Li hêlekê dewletê û li hêla din Hîzbûllahê êrişên mezin li Farqînê dikirin. Endamên malbatê di malê de asê mabûn û nedikariyan biçin tiştên hewce bo xwe bînin. Xwîşka min wê demê ji birçan mir. Lê ev nebû rojev. Dewlet û Hîzbûllah bi şev û roj li dora mala me bûn. Kesekî nedikariya derkeve. Sê mehan xwarin bi malê neket. Bi rojan cenazeyê wê li erdê ma. Min ew xwîşka xwe qet nedîtibû û min navê Zinarîn lê kiribû. Biçûka malê bû. Piştre bavê min hat girtin û demek piştre ez hatim berdan. Min bavê xwe nedît. Dema cara duyemîn hatîm girtin, ez û bavê xwe pêkve li Girtîgeha Êlihê man.”    ‘DIVÊ MIRINA KURDAN EWQAS HÊSAN NEBE’   Herdem Merwanî herî dawî jî wiha got: “Min û bavê xwe li zindanê hevrêtî kir. Hefteyê carekê me hef didît û sihbetên me gelemperî polîtîk bûn. Bavê min ev 30 sal in girtî ye. Niha 70 saliya xwe derbas kiriye. Li Girtîgeha Tekîrdagê nexweş bû û ji bo tedawiyê birin Girtîgeha Şakran a Îzmîrê. Lê nehat berdan lewma jî nexweşiya wî lê giran bû. Gelek nexweşiyên wî hene. Zindan her tim di rojeva me de ne. Girtî, jiyana xwe ji dest didin. Divê mirina me kurdan ewqas hêsan nebe. Destpêkirina çalakiya Nobeda Edaletê bo min û civakê bû moral. Girtiyên azadiyê bi tenê nînin. Ji bo kurdan bedelên giran didin. Em ji dewletê hêrs in û hêrsa me mezin e. Bi ya min ev çalakî gihişt armanca xwe lê bes nake. Hêviya me ew e ku çalakiya me serkeftinên baş bi xwe re bîne.”    MA / Dîcle Muftuoglu - Ozgur Paksoy