Rêveberê Weqfa Belavkirina Ilmê bû serokê ATK’ê 2022-01-29 11:52:57   ENQERE – Rêveberê Weqfa Belavkirina Ilmê Hizir Asliyuksek ku 7 salan alîkariya serok kiribû, wek serokê Saziya Tipa Edlî hat tayînkirin.    Biryarên tayînkirinê yên ji hêla serokomariyê ve tên kirin, di Rojnameya Fermî de hatin weşandin. Li gorî biryara di rojnameyê de, Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Serokatiya Saziya Tipa Edlî (ATK), endamê hîndekariyê yê Enstîtûya Tipa Edlî û Zanistên Edlî ya Fakûlteya Cerrah Paşa ya Zanîngeha Stenbolê Dr. Hizir Asliyuksek wek serok tayîn kir. Dema Asliyuksek li Enstîtûya Tipa Edlî ya Zanîngeha Stenbolê endamtiya hîndekariyê dikir, di 4’ê tebaxa 2015’an de ji hêla serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu ve bi biryarnameyeke sêmend wek alîkarê serokê ATK’ê hatibû tayînkirin.    KESEKÊ JI WEQFA BÎLAL ERDOGAN   Parlamenterê AKP’ê yê Rîzeyê yê berê Hîkmet Ayar di parvekirineke xwe ya 25’ê çileyê de wiha digot: “Hevbajariyê me Dr. Hizir Asliyuksek wek serokê Saziya Tipa Edlî hat tayînkirin. Di kar û xebatan de jê re serkeftinê dixwazim. Xwedê heval û alîkarê wî be.” Asliyuksek di heman demê de yek ji endam û damezirînerên Weqfa Belavkirina Ilmê ye ku Bîlal Erdogan serokatiyê  wê dike.    BIRYAR   Çend biryarên din ên di Rojnameya Fermî de hatine weşandin wiha ne: Nûrûllah Celal Uslu wek Alîkarê Gerînendeyê Giştî yê Teknolojiyên Zanyariyê ya Wezareta Bazirganiyê, Hasan Ozçelîk ji bo Serokatiya Lijneya Çavdêriya Cemawerî, Muhasebe û Standartên Venêrînê û Muhîddîn Gulal, Ahmet Pelît û Unal Eryilmaz jî wek endamên saziyê hatin tayînkirin. Ji bo Sermufetişiyên Wezareta Bazirganiyê Mehmet Ozkoç û Alîkarê Gerînendeyê Giştî yê Bac û Muhafiziya Giştî Mehmet Akilli hatin tayînkirin.