Li Hesekê operasyonên legerînê berdewam in 2022-01-29 13:47:41   NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi alîkariya HSD’ê operasyonên lêgerînê berdewam dike. Operasyon, niha li derdora Girtîgeha Sînaayê û li taxên Hesekê berdewam dike.    Operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Girtîgeha Sînaa û taxên Hesekê berdewam dikin. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî di operasyonê de piştgiriyê didin Hêzên Ewlekariya Hundirîn.    Li gorî agahiyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxên bajêr bi cih bûne. Hat zanîn ku operasyonên lêgerînê li avahiyên girtîgehê û li taxên bajêr bi hevkariya şêniyên bajêr tên domandin. Operasyon kete roja duyemîn.    Têkildarî mijarê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Samî Ebdulkerîm Diyab ku di operasyonên li li taxa Xiwêran a Hesekê de cih digire axivî û da zanîn ku operasyon bi hevkariya xelkê bajêr didome. Diyab got ku peywira wan a sereke lêgerîna li derdora Girtîgehê û parastina malên sivîlan e.