Xwişka Ayşenûra 27 sal berê hat windakirin: Em kujeran nas dikin 2022-01-29 13:56:01 STENBOL - Fatma Şîmşek a xwişka Ayşegul Şîmşek ku di binçavan de hat windakirin û cenazeyê wê li goristana bêkesan hat veşartin, got: “Em kujeran nas dikin.”    Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin cezakirin di hefteya 879’emîn de çalakiya xwe online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo kedkara Ayşenûr Şîmşek a di 24’ê çileya 1995’an de li Enqereyê di binçavan de hat windakirin û paşê cenazeyê wê li goristana bêkesan a bajarê Kirikkaleyê derket, edalet hat xwestin.    ‘EM KUJER Û FERMANDARÊN WAN NAS DIKIN’    Fatma Şîmşek a xwişka Ayşenûrê li ser navê malbatê axivî  û diyar kir ku xwişka wê şoreşgerek bûye û ew li dijî neheqiyên li ser civaka xwe tim radibû. Şîmşek da zanîn ku xwişka wê ji bo piştevaniyê bide çareseriya pirsgirêkên gelê xwe tevlî têkoşîna birêxistinkirî bûbû û got: “Ew ji raman û têkoşîna xwe hat qetilkirin. Bi qetilkirinê re tenê neman, di heman demê de wê li goristana bêkesan veşartine. Em kujerên xwişk û birayên xwe, bavên xwe, zarokên xwe nas dikin. Em wan kesên fermana qetilkirinê dane jî nas dikin. Em dizanin ku ew kujer û berpirsên xwe di nava dewletê de çawa bûne çete, nas dikin. Gelo yên ku ewladên me qetil kirin, van çeteyan ava kirin û pişt re jî lîsteyên mirinê îmze kirin dewlet bi xwe nîne? Wê gel her tim kujeran mehkûm bike û wê her tim ji we re bêje ‘hûn kujer in’. Winda û qurbaniyên me rûmet û navên hêja li pey xwe hiştin. Wê ev kujer û berpirsên qirêj hemû biçin. Heta kujerên xwişka min werin dîtin, wê têkoşîna me bidome û em ê hêvî û baweriya xwe winda nekin.”    DERMANAZIYÊ DIKE Û TÊ QETILKIRIN    Daxuyaniya vê hefteyê jî xizma Şîmşek, Ayşenûr Demîrok xwend. Demîrok got ji wan re welatek bi hiqûqî û azadî tevbigere ji wan e lazim e. Demîrok da zanîn ku Ayşenûr Şîmşek li Enqereyê dijiya, di sala 1990’an de beşa dermansaziyê ya Zanîngeha Hacettepeyê qedandiye û pişt re jî wek dermansaz xebitiye, wek kedkarek tenduristiyê dest bi rêxistinkirina qada tenduristiyê kiriye û ew bûye seroka sazûmankar a Saglik Senê ya Şaxa Enqereyê.    ‘BILA KUJER WERIN DÎTIN’    Demîrok anî ziman ku Ayşenûrê ji ber xebatên xwe du caran kirine binçavan û gef li wê û malbata wê hatine xwarinê. Demîrok diyar kir ku tevî hemû hewldanên malbatê jî cenaze nehatiye wergirtin û paşê cenazeyê wê li goristana bêkesan a li bajarê Kirikkaleyê hatiye dîtin. Demîrok destnîşan kir ku 27 sal in heta niha tu lêpirsînek bi bandor nehate kirin, kujer bêceza man û hatin parastin û xwest kujer werin dîtin. Demîrok anî ziman ku wê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan dest ji mekanê xwe Qada Galatasarayê bernedin.