Înîsiyatîfê xwest Seyîd Narîn were berdan 2022-01-29 15:44:31     ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş  Re Azadî diyar kir ku rewşa girtiyê nexweş Seyîd Narîn ê ku krîza dil deras kiribû krîtîk e û xwest cezayê wî were taloqkirin.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 386’emîn de li ber avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş bila werin berdan” hat vekirin. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî da û rewşa Hevşaredarê Sûrê yê berê Seyîd Narîn ê li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê nexweş e vegot.    Turgut da zanîn ku Seyîd Narîn di 4’ê çile de li girtîgehê krîza dil derbas kiriye û wî bi lezgînî rakirine nexweşxaneyê. Turgut got li ser agahdarkirinê malbata wî bi lez çûye Rîzeyê.   JIYANA WÎ DI BIN XETEREYÊ DE YE    Turgut anî ziman ku Narîn li nexweşxaneyê hatiye emeliyatkirin û stend di damarên wî de bicih kirine û du rojan  di beşa çavdêriya awarte de hatiye ragirtin, rojek li serwîsa asayî û malbatê tenê wî 5 deqîqe dîtiye û şûn ve dîsa birine nexweşxaneyê. Turgut da zanîn ku rewşa tenduristiya Narîn ne baş e û her çiqas malbat daxwaz dike wî sewqî girtîgehek nêzî wan were kirin jî lê daxwaz malbatê nayê qebûlkirin. Turgut destnîşan kir ku jiyana Narîn di bin xetereyê de ye û bang li rayedaran kir ku cezayê wî taloq bikin û tavilê were berdan.