Çîroka Doza Kobanê gav bi gav betal dibe: 642 kes nexwestin tevli dozê bibin 2022-01-30 09:15:55   ENQERE - Di piraniya îfadeyên wekî hinceta domandina Doza Kobanê de tên nîşan dan de, gelek kes û sazî diyar kirin ku naxwazin tevli dozê bibin.    Danişîna 9'an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê, endamên Desteya Rêvebir a Navendî yên HDP'ê jî di nav de 108 tê de tên darizandin, sibê dest pê dike.    Di danişîna dawî de bêyî parastina siyasetmedaran biqede û parêzer parastinê bikin, beyanên muştekî û mexdûran hatibûn girtin. Îfadeyên hatibûn girtin wekî hinceta domandina girtina siyasetmedaran hatibû nîşandan. Ji danişîna ewil heya ya 8'an têkildarî îfadeyên muştekî û mexdûran de tenê hatibû gotin "îfade hatiye girtin, hatiye xwendin û daxilî nav dosyeyê hatiye kirin." Piştî parêzeran îtiraz kiribû hûrgulîyên îfadeyan jî hatibûn diyarkirin. Lê di piraniya îfadeyên wekî hinceta domandina girtina siyasetmedaran tên nîşandan de, gelek kesan diyar kiriye ku gilî nakin û naxwazin daxilî nav dozê bibin.    642 KESAN ENXWEST TEVLI DOZÊ BIBIN   Îfadeyên di dosyeyê de hatin bicihkirin, hewldana dadgehê pûç kirin. Di danişîna dawî de îfadeyên 867 kesan û saziyan daxilî nav dosyeyê hatin kirin. Ji kesên îfadeyên wan hatine girtin tenê 225 kesan gotiye ew gilî dikin û dixwazin tevli danişînan bibin. 236 kesan jî gotiye gilî dikin, lê naxwazin tevli danişînan bibin. 406 kesan jî gotiye gilî nakin û naxwazin tevli dozê bibin.    Di nav sazî û kesên dadgehê îfadeya wan girtine de kes û saziyên tu xisarek wan çênebûye jî hene. Ji van saziyan yek jê Midûriyeta Navenda Xizmeta Civakî ya Mûşê, yek jê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê û yek jê jî Şîrketa Anonîm a Enerjiyê ya Enerjîsayê ye. Hat tespîtkirin ku wê demê tu zirar negihaye van saziyan.    ÊN NEXISIRÎNE JÎ DAXILÎ DOSYEYÊ KIRINE   Piraniya kesên ku hatiye gotin gilî kirine, diyar kirine ku nizanin musebîbê xisara wan kî ne û ji ber ku xisara wan nehatiye dayîn gilî kirine û xwestine tevli dozê bibin. Yek ji van kesan jî O.B. ye ku derpêş kiriye bi qasî 6 hezaran xisar li wesayîta wî çêbûye, lê nizane kî wesayîta wî şewitandiye.    Ajovanê texsiyê A.K. jî diyar kiriye ku 10-15 kesên birûpoş pêşiya erebeya wî girtine û xisara wî 60-70 hezar TL ye, lê nedîtiye kî zirar daye texsiya wî. G.Ş. jî gotiye, "Min belge dane midûriyeta polîsan. Xisara min nehat dayîn. Ez gilî dikim, lê xisara min nehat dayîn. Ger bê dayîn ez ê dev ji giliya xwe berdim."    Piraniya kesên ku xwestine tevli dozê bibin û gilî kirine jî destnîşan kirine ku tenê giliyê kesên xisar dane wan dikin.    ‘KESÊ KU POLÎSAN EW PARAST BERA MIN DA'   H.A. jî gotiye: "Di bûyerên Kobanê yên 6-7-8'ê Cotmeha 2014'an de, ez wekî çayger li Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Yûkari Şehîrlerê dixebitîm. Gava dixebitîm ji ser çavê xwe birîndar bûm. Ez wisa difikirim ku kesê xwe li pişt polîsên sivîl ên ez wan nas dikim xwe veşartibû, bera min da. Ez wisa difikirim ku ev kes bi zanebûnî bera min da."    Di dosyeyê de nehatiye diyarkirin ku bê ka H.A. giliyê kê dike.    GILIYÊ MIDÛRIYETA POLÎSAN Û WALÎ KIR   Z.K. ku gilî kiriye û xwestiye tevli dozê bibe, di îfadeya xwe de ragihandiye ku roja bûyerê telefonî polîsan kiriye, lê polîsan jê re gotiye "Li çareya serê xwe mêze bikin" û îtfayeyê jî gotiye "Ewlehiya canê me tune, em nikarin bên."    Muştekî M.N.G. jî gotiye, "Min gelek caran telefonî midûriyeta polîsan kir, lê gotin 'her kes li çareya serê xwe mêze bike.' Me jî got, nexwe çekên xwe bidin me em xwe biparêzin. Lê tu alîkarî nekirin. Ez giliyê kesên bûne sebebê vê, giliyê polîsan û hemû organên peywira xwe neanîne cî, walî, midûrê midûriyeta polîsan û hemû peywirdarên midûriyeta polîsan dikim."    HIN POLÎS JÎ GILÎ NEKIRIN   Di nav kesên nexwestine gilî bikin û nexwestine tevli dozê bibin de polîs B.C., Î.K. û G.K. jî hene.    MA / Zemo Aggoz