'Artêşa Iraqê aramiya Şengalê xira dike' 2022-01-30 11:04:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîtîkayên zextê yên Hikûmeta Iraqê yên li ser Şengalê didomin. Gelê Şengalê, dibêje hebûna Artêşa Iraqê ya li bajêr aramiya Şengalê xira dike.   Liv û tevgera Artêşa Iraqê ya li  Şengalê zêde dibe. Bi hincetên cuda Artêşa Iraqê hebûna xwe ya li navenda Şengalê û navçeyên wê zêde dike. Ev liv û tevgera zêde ya Artêşa Iraqê li Şengalê dibe sedema aciziyê. Gelê Şengalê, li dijî vê liv û tevgerê biberteke û helwest nîşan dide. Welatiyên Şengalê dixwazin ku Artêşa Iraqê ji bo aramiya herêmê demildest xwe ji Şengalê vekişîne.    ARTÊŞA IRAQÊ SEDEMA TÊKÇÛNA ARAMIYÊ YE   Welatiyê bi navê Şêx Celal ê ji navçeya Xanerasorê ya Şengalê, diyar kir Artêşa Iraqê ketiye navenda bajêr, gundan, malên gel û dikanan û wiha got, ''Heke Artêşa Iraqê li Xanesor, Sinûn an jî li navenda Şengalê be wê aramiya kesî nemîne. Li Iraqê cihê herî aram Şengal bû. Li Şengal hêza parastainê, hêza leşkerî ya Şengalê jixwe heye û ew ewlehiya me bi cih tînin. Hemû kesên di nav hêza parastinê de zarokên Şengalê ne. Gelê Şengalê wan nas dike, ew jî gelê Şengalê nas dikin. Artêş ji bo ku ciwanên êzîdî binçav bike hatiye vir.''   'ÇIMA CIWANÊN ÊZIDÎ BINÇAV DIKIN?'   Di berdewamê de Şêx Celal, bertek nîşanî binçavkirina 3 ciwanên Şengalê da û xwest ku ciwan demildest bêne berdan û e Celal ev tişt got, ''Çima ciwanên Êzîdî binçav dikin? Tu sûcê wan nîne. Li aliyekî ciwanên me digirin, li aliyekî wan qetil dikin, şehîd dixînin. Ev êriş têkilî hev in. Nehiştin malbatên şehîdan ên li kampa li Başûr konê sersaxiyê jî deynin. Mafê her kesî ye ku ji bo xizmê xwe konê sersaxiyê deyne.''   'YEKITIYA ŞENGALÊ BIPARÊZIN'   Welatiyê bi navê Bahoz Xanesorê Şengalî jî bal kişande ser êriş  û gefên li ser gelê êzidî û diyar kir armanca êrişan ew e ku gelê êzidî tune bikin û wiha got: "Ji êrişên li ser Şengalê Hikûmeta Kazimî berpirs e. Ji ciwan û gelê êzidî daxwaza me ew e ku yekitiya Şengalê biparêzin. Divê em bi hêza Asayîşê ya Êzîdxanê re bin. Artêşa Iraqê bi hinceta ewlehiyê tim zextê li hêzên parastinê yên Şengalê dike. Ji bo parastina herêmê dive em destekê bidin hev. Civaka Êzîdî divê li Şengalê xwedî derkeve.''