Malbata Şenyaşar: Gul bi milyonan axîn li pey hişt 2022-01-30 12:39:11   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, ev tişt got: "Nayê zanîn ku Gul îstîfa kiriye yan ji peywirê hatiye girtin, lê bi milyonan axîn li pey xwe hişt."   Di 14 hezîrana 2018'a de parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Li dijî vê zilma ku li wan hatiye kirin Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kiribûn. Nobeta edaletê ya malbatê di roja 328'an de berdewam dike. Ji ber ku dawiya heftê ye malbat çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne û li ser hesabê xwe yê medya sanal ev parvekirin kir: "Nayê zanîn ku Gul îstîfa kiriye yan ji peywirê hatiye girtin, lê bi milyonan axîn li pey xwe hişt. Wezîrekê kevn careke din li paldanka xwe rûnişt. Kes ne girîng in, weke civak pêwîstiya me bi edaletê heye. Rêya me edalet e. Gel li deriyê Edliyeya Rihayê dinêre."