Nobeta Edaletê ket roja 76'an: Êdî bes e 2022-01-30 15:41:05   AMED - Malbatên ku di roja 76'an de nobeta xwe ya edaletê didomînin ev tişt gotin: "Wê edalet ji herkesî re lazim be."   Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin di roja 76'an de berdewam dike. Di nobetê de dayika girtî Ciwan Boltan, Nazîme Boltan axivî û wiha got: "Êdî bes e, zarokên me berdin. Em wan tedawî bikin. Girtiyên me yên extiyar hene. Hûn ê heta kuderê van girtiyan di hundir de bihêlin. Qet nebe bila demên xwe yên dawîn bi malbatên xwe re derbas bikin. Em edaletê dixwazin. Wê edalet rojekê ji herkesî re lazim bike."   Xizma girtî Nûray Abay jî ev tişt got: "Em ji girtiyên nexweş li vir in û heta ku encam bigirin jî em ê li vir bin."