Li Girtîgeha Kiriklarê daxwaz hatin qebûlkirin, çalakî bi dawî bû 2022-01-30 17:52:47   ÎZMÎR - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî zext û binpêkirinên mafan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklara Bûcayê dabû destpêkirin, li ser rêveberiya girtîgehê daxwazên wan qebûlkirin bi dawî bû. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî zext û binpêkirinên mafan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklara Bûcaya Îzmîrê dabû destpêkirin, bi dawî bû. Ewilî di 28’ê Mijdara 2021’an de girtiyên bi navê Sînan Durmaz, Onur Yilmaz, Abdullah Gunay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halîs Daghan, Sertaç Kiliçarslan û Kenan Yildizbakan dest bi greva birçîbûnê kiribûn û di 27’ê Kanûnê de jî Mahît Çakir, Şaban Sîdal û Îbrahîm Tîkan jî beşdarî çalakiyê bûbûn. Di 27’ê Çileyê de şandeyeke ji rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Baroya Îzmîrê pêk hat têkildarî çalakiya greva birçîbûnê bi serdozgerê girtîgehê, rêveberiya girtîgehê û bi girtiyên di çalakiya grevê de hevdîtin pêk anî bûn. Pişt re rêveberiya bi girtiyan re hevdîtin kir, hin daxwazên wan pêk anîn. Ferzkirina girtiyên siyasî ya belavkirina qawişên cuda hat rawestandin û li heman blokan hatin bicihkirin. Hat diyarkirin ku 3 girtiyên ku cezayê muebbeta girankirî wergirtine û ji Kirikkaleyê sewqî wir hatine kirin, wê li qawişên ku ew dixwazin werin bi cih kirin. Li ser vê yekê girtiyan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin. Hat hînbûn ku wê 11 girtiyên ketibûn çalakiya greva birçîbûnê wê di 31’ê Çileyê de bibin nexweşxaneyê û rewşa wan a tenduristiyê were kontrolkirin.   DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN Girtiyên ku bi xizmên xwe re hevdîtin kirin, ragihandin ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirine lê wê li dijî pirsgirêkên diqewimin têkoşîna xwe bidomînin. Girtiyan spasiyên xwe pêşkeşî her kesên ku dengê wan ragihandin kirin û ji bo bihîstina dengê girtiyên nexweş banga hestiyariyê kirin.