HDP’ê têkildarî Bîlgîn daxuyanî da 2022-01-30 18:25:57   ENQERE - HDP’a ku têkildarî girtiyê nexweş Mehmet Hanîfî Bîlgîn ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, daxuyanî da wiha got: “Em ê li dijî êrîşên ser jiyana girtiyan ên sîstematîk têkoşîna xwe ya siyasî, civakÎ bilind bikin.” Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede, têkildarî Mehmet Hanîfî Bîlgîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand. Dede, bi bîr xist ku bi mirina Bîlgîn ê 30 sal in di girtîgehê de ye hejmara girtiyên di nava 3 mehan de jiyana xwe ji dest dan gihişt 8’an.  ‘EM Ê HESABÊ BIPIRSIN’ Dede, da zanîn ku mirinên pêk hatin ji polîtîkayên desthilatê yên girtîgeh vegerandine malên mirinê nikarin cuda bigirin dest û wiha got: “Dewletê şuna berpirsyartiya xwe bi cih bîne, di serî de mafê xwe gihandina tenduristiyê hemû mafên girtiyan bi zanebûn dereng dixe, girtîgeh kirine navenên îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî û bi destê Saziyên Tiba Edlî û Lijneyên Çavderiya Îdareyê ji bo girtiyên nexweş girtîgeh kirine korîdorên mirinê. Em careke din dibêjin ku rêya tesîskirina edaletê ya li ser vê axê ne bi guhertina Wezîrê Dadê bi guhertina hişmendiya li dijî edaletê pêkan e. Bi vê zanebûnê em ê li dijî êrîşên ser jiyana girtiyan ên sîstematîk têkoşîna xwe ya siyasî, civakî bilind bikin û ji kesên bûne sedemê mirinê em ê di bingeha hiqûqê de hesabê bipirsin.”