Birayê Bîlgîn: Em li benda berdana birayê xwe bûn lê agahiya mirinê hat 2022-01-30 19:02:34   ENQERE - Kekê Mehmet Hanîfî Bîlgîn ê 5 meh mabûn ku were berdan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, Veysel Bîlgîn, bi lêv kir ku li bendê bûn birayê wan were berdan lê agahiya mirina wî girtin. Mehmet Hanîfî Bîlgîn (58) ê 30 sal in girtiyê îro serê sibê di qawişa xwe ya Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de bi awayekî jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin. Rêveberiya girtîgehê ku li malbatê geriya îdia kir ku Bîlgîn qeyrana dil derbas kiriye.  Cenazeyê Bîlgîn ê ji Bolûyê anîn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Enqereyê wê piştî kirariyên otopsiye bibin Çewligê. Ferdên malbatê yên agahî girtin, ji bo cenazeyê Bîlgîn bigirin li pêş ATK’ya Enqereyê disekinin. Ji xeynî malbata Bîlgîn, Rêxistina HDP’a Enqereyê, parlementerên HDP’ê, endamên OHD’ê jî li pêş ATK’ê li benda wergirtina cenaze ne. ‘EM LI BENDA BERDANA WÎ BÛN’ Kekê Bîlgîn ê li pêş ATK’ê disekine, Veysel Bîlgîn ku ji ajansa me re axivî, bi lêv kir ku birayê wî ji sala 1992’yan û vir ve girtî ye. Bîlgîn, diyar kir ku birayê wî beriya 3 salan qeyrana dil derbask kiribû û wiha got: “Em ji bo dermankirinê li benda berdana wî bûn. 3 hefte bûn dayika min pê re diaxivî, wê di 27’ê Hezîranê de hatibûya berdan. Em êdî van diaxivîn. Têkildarî şertên girtîgehê wî agahî nedidan.” DAXWAZA WÎ YA SEWQKIRINÊ HAT REDKIRIN Bîlgîn, da zanîn ku ji ber cezayê birayê wî ketibû bin salekê ji bo ji şertê kontrola edlî sûdê bigire an jî sewqî girtîgehên navçeya bibe serlêdan kiribû, lê serlêdana wî hatibû redkirin û wiha berdewam kir: “Ji bilî wî ji ber ez wasiyê wî bûm min jî serî lê da. Me xwest sewqî girtîgehên navçeyê bibe lê hat redkirin. Em li bendê bûn ku 5 mehên din were berdan. Em gelek xemgîn in, em li benda berdana wî bûn lê agahiya mirina wî hat. Em niha li benda encama ATK’ê ne pişt re em ê cenazeyê birayê xwe bibin Çewligê veşêrin.”