‘Bi astengkirina Xwebûnê zimanê kurdî hedef hatiye girtin’ 2022-01-31 10:08:35 AMED - Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen derheqê astengkirina rojnameyê de axivî û got ku bi vê yekê zimanê kurdî hedef tê girtin. Esen da zanîn ku êriş çiqas bên kirin jî, ew ê xebatên xwe bi rê û rêbazên cuda bidomînin. Rojnameya Xwebûnê di 22’yê kanûna 2019’an de dest bi weşana xwe kir. Rojnameya weşana xwe bi zaraveyên kurmancî û kirmanckî dike û tekane rojnameya tê çapkirine ku li bakurê Kurdistanê heftane weşanê dike. Di 29’ê çileyê de jî bi îmzeya Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan giştînameyek hat weşandin. Piştî giştînameyê jî weşana rojnameya Xwebûnê hat astengkirin. Têkildarî mijarê Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen ji ajansa me re axivî.   Rojnameger Kadrî Esen diyar kir ku li Tirkiyeyê 2 cureyan rojnamegeriyê tên kirin û wiha got: “Yek ji wan rojnamegeriya azad e ku rastiyan bi rengekî bêalî radigihîne. Ya din jî rojnamegeriya alîgire ku ev kes ji ber postê desthilatiyê, ketiye bin bandora AKP’ê. Li Tirkiyeyê ji sedî 70-80 çapemeniyê, niha di vî halî de ye. Lewma jî ev rojnamegerî di bin kontrola AKP’ê de ye yan jî bi gotineke din, di bin kontrola Erdogan de ye. Manşet û naveroka van rojnameyan, gotinên Erdogan diyar dike. Tiştên ku Erdogan nexwaze nabin rojev û her tişt li gorî xwesteka dilê desthilatiyê tê kirin. Li hêlekê rastiyên civakî tên berevajîkirin û desthilatî çi bixwaze ew tê gotin ku krîza aborî mînakeke ji vê ye, li hêla din jî hêzên muxalîf bênavber tên reşkirin.”    ‘ÇAPAMENIYA AZAD HEDEF TÊ GIRTIN’   Di berdewamê de jî Esen daxuyand ku çapemeniya azad jî her tim di hedefa desthilatiyê de ye û wiha pê de çû: “Xebatên wan tên astengkirin, rojnameger têne girtin, rojnamegerên ku nikarin tewanan lê bikin jî bi rê û rêbazên cuda tên astengkirin. Bi taybet jî dema mijar bû kurd, Kurdistan û rojnamegeriya kurdî, ev zext hîn girantir dibin û exlebe bi girtina rojnameyan biencam dibin. Ji xwe heta niha gelek rojname hatin girtin. Niha jî qanûneke nû derxistine û dibêjin ku heke nûçeyek ne li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê be ku em vê wek daxwaza desthilatiyê dinirxînin, ji ewil tê hişyarkirin û piştre heke vê saziyê nûçeya xwe ranekir jî dê lê dest werdin.”   DESTWERDANEKE YEKSER A LI DIJÎ ROJNAMEGERIYÊ   Esen destnîşan kir ku rojnameya Xwebûnê bêyî ku were hişyarkirin, malpera wê di 27’ê çileyê de ji hêla saziya ragihandinê ve hat astengkirin û wiha got: “Em hêj jî nizanin bê ka bi kîjan sedemê hatiye astengkirin. Bêguman tişta hatiye kirin, destwerdaneke yekser a li dijî xebatên rojnamegeriyê ye. Rojnameya Xwebûnê, tekane rojnameye ku li Bakurê welêt bi rengekî heftane weşana xwe dike. Xebata wê tevek bi kurdî ye. Di van demên dawî de hilbijartina zimanê kurdî di rojeva kurdan de ye. Gelek sazî jî pêşengtiya vê kampanyayê dikin. Ev yek, wek destkeftiyek dihat dîtin. Lê bi astengkirina rojnameya kurdî re dîsa xuya bû ku ev hewldana desthilatiyê ne ji bo kurdan an jî kurdî ye.”    ‘ARMANCA ESASÎ TUNDIYA LI SER KURDÎ YE’   Di dewama axaftina xwe de Esen bal kişand ser mebesta desthilatiyê û ev tişt anî ziman: “Wek propagandaya hilbijartinê tê bikaranîn ku gel pê bixapînin. Mixabin hinek kurd dikevin vê dehfikê. Ne tenê rojnameya Xwebûnê hat astengkirin, xelkê kurd ji ber axaftina bi kurdî tê qetilkirin ku bûyera li Konyayê yek ji van mînakan e. Malbatek hat qetilkirin. Em, di rewşeke wiha de rojnamegeriya kurdî dikin lewma jî dibin hedef. Bêguman armanca esasî ya ji qedexe û zextên heyî, tundiya li ser zimanê kurdî ye.”    ‘ALTERNATÎF HER TIM HENE’   Rojnameger Kadrî Esen got ku şert û merc çi dibin bila bibin, ew ê wek saziya Xwebûnê xebatên xwe bidomînin û axaftina xwe wiha xelas kir: “Dibe ku astengiyan derxînin û qedexe bikin. Lê her tim alternatîf hene. Dê bi rê û rêbazên cuda ev xebat bên domandin. Mînak, duh astengkirin û me di nava çend saetan de bi rêbazeke cuda weşana xwe domand. Ev xebat dê berdewam bikin.”