ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-01 09:00:58 * Li Wanê derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîsên îstixbaratê ne. Xebatkara hêwanê ya berê S.A., di îfadeya xwe de gotiye, polîsên şirîkê hêwanê tecawizî jinan kirine û fuhûş li wan ferz kirine.  * Nivîskarê çandiniyê Abdûllah Aysû, ger piştgiriya hilberîneran neyê kirin û qût neyê stokkirin, dê krîzeke mezin a qût rû bide û got: "Xela hatiye ber derî."   * D.D.'ya ku li wargeha cemaetê tahdeya derûnî lê hatiye kirin, anî ziman ku piştî jinên ku çîroka wan wekî ya wê nas kiriye ji wargehê derketiye û got: "Gava em tevli dersên wan nedibûn tahde li me dikirin."    * Ûzan Tokay ku 17 rojan tevî Ramazan Tûranê jiyana xwe ji dest da di qawîşa karantînayê de ma, diyar kir ku mirina Tûran ne mirineke asayî ye, cinayet e û çendî rewşa wî giran bûye jî ancax piştî 13 saetan ew rakirine nexweşxaneyê.    * Kubra Fîlîz ku di Girtîgeha Şakran a Jinan de ye, ragihand ku girtiyên divê bên berdan bi hincetên wekî "Tu tevli aktîvîteyên civakî nebûyî. Pûanê te kêm e" berdana wan tê astengkirin.    *  Berşan Erdogan ku bi gefên kesên ku xwe wekî polîsan dane naskirin re rû bi rû ma, got: "Ez ciwanekî kurd im, serî natewînim."    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 330'yî de berdewam dike.    * Danîşan doza hevşaredara Qoserê Nîlûfer Elîk Yilmaz û hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)   * 9'emîn danîşîna Doza Kobanê wê Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00-17.00)   * HDP'ê wê komcivîna xwe pêk bîne. (12.45) ZINDÎ   * Komîsyona Ciwanan a Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê, derbarê mirina ciwanan ku di demên dawîn de zêde dibin de li avahiya komeley3e civîneke çapameniyê li dar bixe. (11.00)   * Danişîna doza mirina Helîn Hasret Şen (12) a polîsê bersûc Abdûllah E. hatibû vekirin li ser destûr dayîna Walîtiya Amedê wê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê berdewamkirin. (11.00)   * Danişîna doza kuştina Eylem Tîler a li Wêranşarê ku derbarê hevjînê wê Huseyîn Tîler de hatibû vekirin  wê li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê bê dîtin. (11.00)   * MATUHAY-DER'ê wê derbarê mirina girtî Mehmet Hanefî Bîlgîn de li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî bide. (12.00) ZINDΠ   * EGE-TUHAYDER, wê derbarê tundiya ku li girtîgehan zêde bûye û polîtîkaya tecrîdê li pêşiya Nûnertiya DBP'ê ya Îzmîrê daxuyanî bide. (12.00)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li baroyên Amed û Wanê berdewam bikin. (13.00-16.00)    * TUAYDER, wê li Edene û Mersînê derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyanî bide. (13.00)   * Danişîna doza ku li Gerînendeyên Nobedar ên Rojnameya Ozgur Gundemê Şebnem Korûr Fîncanci, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn hatiye vekirin wê li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30)   * Şanoya Yenîsahne ya Batmanê, li Sahneya Modayê ya Kadikoya Stenbolê wê bi lîstika xwe ya "Serbaz" derkeve pêşberî şanohezan. (20.30)