Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê! 2022-02-01 09:08:17 EDENE - Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî ya ku rewşa wê giran e û divê “bi lez were berdan” lê tevî nexweşînên wê hene û ji sedî 90 nabîne jî nayê berdan.  Di nava du mehên dawî de li girtîehan Garîbe Gezer, Abdurrezak Şuyur, Halîl Guneş, Bangîn Muhammed, Îlyas Demîr, Vedat Erkmen, Rmazan Turan û Mehmet Hanefî Bîlgîn jiyana xwe ji dest dan. Gelek girtiyên rewşa wan giran e jî lê Saziya Tiba Edlî (ATK) raporên “dikare di girtîgehê de bimîne” dide girtiyan û nahêle were berdan ango desteya çavdêriya girtîgehê cezayê girtiyên nexweş taloq dike û ji berdana wan re dibe asteng.    DIVÊ ‘BI LEZ WERE BERDAN’    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin serdana partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kirin û dosyeyek ku rewşa girtiyên divê tavilê werin berdan radest kir. Di vê dosyeyê de 38 heb girtiyên divê “bi lez werin berdan” hene. Yek ji van 38 girtiyan jî Semîre Dîrkçî ye. Rewşa wê giran e û li Girtîgeha Amedê ya Jinan tê girtin. Ew ji navçeya Stewra Mêrdînê ye û 25 sal in girtî ye. Nexweşînên wek rovî, nabîne ye, hipertansiyon, kêmaniya vîtamîn û gelek nexweşînên din lê peyda bûne. Ew heta niha li girtîgehên bajarên wek Amed, Xarpêt, Êlih û Sêrtê maye. Li aliyekî li benda qedandina cezayê xwe li aliyekî jî bi nexweşînê re têdikoşe.    HETA NIHA 7 CARAN EMELIYAT BÛYE    Ew heta niha 7 caran ji nexweşînên xwe emeliyat bûye û di sala 2019’an de bi awayek giran nexweş ket û nêzî salek û nîvê roviyên xwe li derve man. Dîrekçî 8 meh berê emeliyat bû û ji ber ew her tim diçe tedawiyê wê di qawîşa karantînayê de dihêlin. Heta îro ji bo Dîrekçî bang li gelek sazî û dezgehan hatiye kirin ku were berdan, lê heta niha tu rayedarekî vê bangê nebîstiye.    ÇAVÊ WÊ KORB BÛYE    Mulkiye Dursun a xwişka Dîrekçî ku di dema emeliyatê de 35 roj li ber xwişka xwe ma wiha got: “Xwişka min nikare bi tena serê xwe bimîne. Wextê ku emeliyat bû ez 35 rojan li cem wê mam. Roviyên wê emeliyat kirin, lê birîna wê baş nedibû. Wê çawa li xwe binêre? Çavek wê ji binî nabîne. Dema bi şev telefona min lê dide ez pir ditirsim, ez dibêjin tiştek hatiye serê xwişka min. Ez bi tirs telefonê vedikim. Ji bo xwişka min, gupe gupa dilê min e. Her roj cenazeyên girtiyên nexweş ji girtîgehan derdikeve. Em naxwazin cenazeyên xwişk û birayên me ji girtîgehan derkeve. Li girtîgehê tedawiya wê baş nay3e kirin. Divê xwişka min û girtiyên nexweş hemû werin berdan û li derve malbatên wan tedawiya wan bikin.”    MA / Cemîl Ûgûr - Hamdullah Yagiz Kesen