Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê 2022-02-01 09:12:19 COLEMÊRG - Ûzan Tokay ku 17 rojan tevî Ramazan Tûranê jiyana xwe ji dest da di qawîşa karantînayê de ma, diyar kir ku mirina Tûran ne mirineke asayî ye, cinayet e û çendî rewşa wî giran bûye jî ancax piştî 13 saetan ew rakirine nexweşxaneyê.     Ramazan Tûran ê 70 salî, li Girtîgeha Wanê ji dêvla 14 rojan di karantînayê de bê hiştin, 22 rojan hatibû hiştin û di 21'ê Çileyê de wî rakiribûn nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.    Ûzan Tokay ku 17 rojan tevî Tûran di qawîşa karantînayê de maye, nameyek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand û di nameyê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.    Tokay, di nameya xwe de gotiye, mirina Ramazan Tûran ne mirineke asayî ye, cinayet e.    ‘LAZMATIYÊN WÎ NEDABÛN WÎ'   Tokay, aniye ziman ku gava Tûran ji nexweşxaneyê anîne ew xistine qawîşa karantînayê û ji bo ev mesele zelal bibe name nivîsiye. Tokay, destnîşan kiriye ku ya qewimiye ne meseleyeke hêsan a qeyrana dil e û gotiye: "Ev cinayet e. Ez li Bloka C'yê bûm. Ji ber nexweşîna xwe çûm nexweşxaneyê. Di 3'yê Çileyê de min anîn, xistin Bloka A-36'an. Ev qawîşqawîşa karantînayê ye. Kesên ji nexweşxaneyê tînin dixin vê qawîşê. Gava ez ketim hundirê qawîşê, hevalê Ramazan Tûran bi tenê di qawîşê de bû. 3-4 roj bûn ew anîbûn vira. Bi tena serê xwe bû. Li cem wî lazmatiyên wî yên sereke tune bûn. Wî li ser rêya Çelê girtine û zûzûka anîne vira. Ji roja hatibû girtin hevdîtin bi malbata xwe re nekiribû. Ez û wî heya 20'ê Çileyê bi hev re di heman qawîşê de man."    Tokay, di nameya xwe diyar kiriye ku di sibeha 20'ê Çileyê de Tûran xwe baş his nekiriye û gotiye: "Heval çawa şiyar bû, got ez nebaş im. Qirika xwe rê min da. Qirika wî werimîbû. Min jî pêl bişkoka ku gazî gardiyanan dike kir. Min rewşa wî ragihand. Gardiyanan ji min re got, 'Bila jimarî biqede, em ê pê re eleqedar bibin.' Piştî jimariyê heya nîvro min 5 caran pêl bişkokê kir û min got rewşa heval nebaş e, lê paxav bi min nekirin. Nîvro bijîşkê revîrê hat, lê tenê di mazgalê de li heval mêze kir. Dermanek belxemê da wî. Gotin, 'Bila îro vî dermanî bixwe, em ê sibê testa wî ya Covîd-19'ê bikin.' Bijîşk xwest derman bi zikê têr bixwe. Min jî ji wan re got, 'Heval nikare tiştekî bixwe û vexwe.' Bijîşk ji min re got, tiştekî ku ew bikin tune ye, bila heya sibê îdare bike. Min ji wan re got, divê biçe nexweşxaneyê. Herî dawî saet di heftê êvarî de du gardiyan hatin li rewşa wî pirsîn."    13 SAET BI ŞÛN DE EW BIRIN NEXWEŞXANEYÊ   Tokay, di berdewama nameya xwe de ragihandiye ku piştî pir israr kiriye vê carê sergardiyan hatiye qawîşê û li rewşa Tûran mêze kiriye. Tokay di nameya xwe de gotiye: "Sergardiyan tevî hin gardiyanan saet di heştê êvarî de hat. Ji heval re gotin, 'Jixwe wê sibê werin testa te bikin, heya sibê îdare bike.' Min bi israr got, rewşa wî cidî ye. Sergardiyan got, 'Ger em te bibin nexweşxaneyê di vegerê de em te naynin vê qawîşê.' PIştî vê ji qawîşê derketin. Heval êdî nikaribû tiştekî vexwe jî. Bi zorê xeber dida. Saet di heş û nîvê êvarî de hatin, ji bo wî bibin nexweşxaneyê. Sendeliya biteker anîn. Wî birin nexweşxaneyê. Yanî 13 saet bi şûn de ew birin nexweşxaneyê."    SAETEK BI ŞÛN DE HATIN   Tokay, diyar kiriye ku piştî Tûran rakirine nexweşxaneyê bi saetekê gardiyan hatine qawîşê û jê xwestine eşyayên Tûran berhev bike. Tokay gotiye: "Piştî heval birin bi saetekê gardiyan dîsa hatin. Ji min xwestin ez eşyayên wî top bikim. Gotin, wê Ramazan bibin qawîşek din. Min eşyayên wî hazir kirin, lê eşyayên wî a din rojê birin. Min li rewşa wî pirsî, gotin li nexweşxaneyê ye û ji xeynî vê nikarin tiştekî bibêjin. Paşê ez hîn bûm ku heval jiyana xwe ji dest daye."    EV CINAYET E   Tokay, destnîşan kiriye ku têkildarî vê îfade daye îdareya girtîgehê û gotiye: "Min di îfadeya xwe de jî got, îhmalkariyek mezin hat kirin û ev cinayet e. Min pirsî, min got min pir israr kir, çima piştî 13 saetan heval birine nexweşxaneyê. Mihtemelen dê vê yekê înkar bikin, lê qeydên kamerayên korîdorê yên 20'ê Çileyê hene. Divê lêpirsîneke bêalî û adil bê kirin. Ez wisa bawer dikim ku dê raya giştî jî hesas tevbigere. Ez sersaxiya malbata hevalkê me û hezkiriyên wî dikim. Ji bo edalet pêk bê çi ji destê min bê ez ê bikim. Teqez divê berpirsiyar bên eşkerekirin."   MA / Mazlûm Engîndenîz