Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê 2022-02-01 12:53:49 AMED – Yek ji gavên ku hêzên kûrewî Rojhilatê Navîn veguherandîn dojehê jî, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Ocalan dibêje ku yek ji destwerdana ewil a NATO’yê ya li Rojhilata Navîn, bi damezirandina PKK’ê re dest pê kir.  Mirovahiya ku ji bakurê parzemîna Efrîqayê derketî ser dika dîrokê, yek ji herêmên yekemîn car gav lê avêtî jî Rojhilata Navîn e. Rojhilata Navîn, malavaniya gelek şaristaniyan kir û bû warê gelek pêşketinên civakî, çandî, dîrokî, olî, zanistî û siyasî. Li gel van pêşketinan, her wiha xwîn cara ewil li ser vê erdnîgariyê hate rijandin. Kîn û nefreta ku ji nava xaka wê aj dayî, di nava bi hezaran salan de êş û elem kir qedera gelên vê herêmê.    Modernîteya kapîtalîst a Ewropayê bi taybet di nava 200 salên dawî de bi rêbazên felsefî, bîrdozî, siyasî, leşkerî û aborî destwerdana herêmê kir û her tim bi cudahiyên wê yên etnîkî, olî û mezhebî lîst. Bi xwînîkirina van birînan re herêma Rojhilata Navîn heta roja me jî di nava çirava şer, tundî, xwîn û nexweşiyan de ma.    POLÎTÎKAYA PARÇE BIKE Û BIRÊVE BIBE   Polîtîkaya ‘Parçe bike û birêve bibe’ li ser gel û baweriyên herêmê hat meşandin, bi vê polîtîkayê berê gel û baweriyan dan hev, bi hev dan qirkirin û di nava vê dorpêçê de jî hêzên mêtinger hemû dewlemendiyên herêmê talan kirin. Yek ji van herêmên hatiye talankirin jî erdnîgariya Kurdistanê ye. Piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê ku di desptêka sedsala 20’emîn de dest pê kiribû, hêzên Ewropayî erdnîgariya Rojhilata Navîn di navbera xwe de parve kirin. Di vê çarçoveyê de xaka Kurdistanê li çar parçeyan hat dabeşîkirin. Bi damezirandina Komara Tirkiyeyê re jî polîtîkaya înkar, tunekirin û pişaftinê xistin meriyetê.    DERKETINA PKK’Ê YA SER DIKA DÎROKÊ    Gelê kurd li dijî vê polîtîkayê gelek caran serî hildan lê belê ev serhildanên wan her carê bi komkujiyên mezin hatin têkbirin. Di sala 1978’an de jî bi pêşengtiya Abdullah Ocalan, PKK hat damezirandin û kurdan dest bi serhildaneke nû kirin. Di serî de kurd, Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê perspektîfeke demokratîk û azadîxwaz pêşkeş kir û parast. Vê hewldan û daxwaza wî kir ku bibe armanca êrişên hêzên kûrewî ku ev hêz di her du şerên cîhanê de beramberî hev hatibûn lê belê Şerê Sêyemîn ê Cîhanê bi awayekî veşartî dimeşandin.    BI BOP’Ê RE PLANA TALANÊ YA NÛ   Navenda vî şerî, wek Rojhilata Navîn hatibû destnîşankirin û şer bi dehan sal berê destpêkiribû. Lê belê di destpêka sedsala 21’emîn de bêhtir xuyanî kir. Hêzên kapîtalîst ku bi Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) xwestin herêmê dîsa dîzayn bikin, hewl dan bi êrişa li dijî Navenda Bazirganiyê re vê plana êrişa xwe rewa nîşan bidin. Di vê planê de Spanya û Tirkiye wek hevserok hatibûn hilbijartin. Derheqê planê de yekemîn car Şêwirmenda Ewlehiyê ya Neteweyî ya Serokê DYA’yê George W. Bush, Condoleezza Rice bi ser navê “Transforming Middle East” di 7’ê tebaxa 2003’yan de gotarek parve kir û bi vê yekê re hemû cîhan ji vê planê haydar bû. Plan, li Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ji hêla Rice bi xwe ve hat birêvebirin.    ASTENGIYA OCALAN   Ji bo ku ev plan li gorî daxwaza wan bi ser keve, yek ji gavên diviya bihata avêtin ew bû ku kurd bihatina astengkirin. Ji ber ku kurd, yek ji hêzên herî çalak ên herêmê bûn ku bandora xwe li gelên din dikir û îro bi awayekî şênber derketiye holê ku gelên herêmê ber bi pêşketinê ve vediguherîne. Ji bo vê jî serî li rêbaza her carê dan. Anku heke ser jê were kirin, laş ji xwe dê belav bibe û tune bibe. Bi vê yekê re xwestin Ocalan tune bikin, tesfiye bikin. Bi qasî yekitiya kurdan, Ocalan her wiha dixwest ku yekitiya gelên Rojhilata Navîn çêbibe. Lewma hemû bala xwe û hêza xwe ya felsefî û bîrdozî dida ser vê mijarê. Lê bi komployeke navneteweyî ku li pişt vê komployê DYA, Ingilistan û Îsraîl hebûn, ji ewil di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hate derxistin û di 15’ê Sibata sala 1999’an de jî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Bi vê yekê xwestin ku Ocalan êdî bêbandor bikin.    Biqasî armanc û encamên vê komployê, di eynika îro ya Rojhilata Navînde de sedemên wê jî hîn bêhtir tên fêmkirin ku ev pêvajo bi derxistina Ocalan a bi darê zorê ji Sûriyeyê dest pê nekiriye. Ocalan, li Girava Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê girtin û di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di 23’yê Adara 2011’an de komplo bi hûr û kûr vegot.   BI DAMEZIRANDINA PKK’Ê RE NATO KETE TEVGERÊ   Ocalan bal kişand ser Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) ku piştî Duyemîn Şerê Cîhanê di sala 1949’an de wek hêza leşkerî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat damezirandin. Ocalan dibêje ku NATO’yê xala 5’emîn a hevpeymanê li Rojhilata Navîn yekemîn car di sala 1985’an de anku salek piştî Pêngava 15’ê Tebaxê li li dijî wan bi kar aniye.   Ocalan destnîşan dike ku ev yek bi awayekî fermî nehatiye ragihandin lê belê NATO’yê bi terzê Gladîo li dijî wan xistiye meriyetê. Ocalan wiha didomîne: “Wê demê (1985) navenda Gladio-NATO’yê Almanya bû. Almanyayê, wê salê em wek rêxistina terorî qebûl kirin û qedexe kir. Versiyona Gladiyoya Natoyê ya li Tirkiyeyê jî JÎTEM e. Ev rêxistiniye xwe zêdetir dispêre artêş û leşkeriyê. Ev konsept ji sala 1985’an heta anîna min a vê derê ya sala 1999’an jî berdewam kir. Di vê pêvajoyê de JÎTEM’ê her tim hewl da me tesfiye bike û bêyî ku bidarizîne bi hezaran kes qetil kirin. Hemû rêbazên derhiqûqî bi kar anîn û navberekê rêbaza Hîzbûl-kontrayê jî ceribandin. Lê di yek rêbazên xwe de bi ser neketin. Nekarîn me bi kuştinê tune bikin. Bi anîna min a li vê derê re karê JÎTEM’ê jî qediya. Tevî ewqas cînayetan jî JÎTEM’ê nekarî me tesfiye bike lewma jî serneketî hat dîtin. Li hêla din bi hezaran cînayet kiribûn, bêhiqûqî û rûyê wan qirêjî derketibû holê. Lewma êdî nedikariyan wan bi kar bînin.”    HEWLDANA SUÎQESTÊ YA LI DIJÎ OCALAN   Di 6’ê Gulana 1996’an de bi beşdariya endamê JÎTEM’ê Mahmut Yildirim ê bi nasnav ‘Yeşîl’, li dijî Ocalan li Şamê hewldana sûîqestê çêbû. Li rexekî xwestin Ocalan tune bikin û li hêla din jî kesayetên ku dixwestin li derveyî DYA û YE’yê çareseriyekî pêş bixin jî hatin tesfiyekirin.    Ocalan diyar dike ku Turgut Ozal û koma wî fêm kiribûn bê pirsgirêka kurd bi tundiyê çareser nabe û vê nirxandinê dike: “Xwestin gûftûgoyê bi me re pêş bixin. Lewma hewl dan Ozal û koma wî tesfiye bikin. Pêwendiyên me berdewam dikirin lê Ozal hat tesfiyekirin. Ozal jî li dijî me hemû cureyên şerê taybet xistibûn meriyetê. Lê piştî ku fêm kir ev rêbaz bi kêr nayê, wê demê xwest gûftûgoyê pêş bixe û ber bi çareseriyê ve diçû. Di vê çarçoveyê de gûftûgoyên min ên bi dewletê re jî di sala 1993’yan de dest pê kirin. Hewldana çareseriya navxweyî ya Ozal, bi derbeya Çîller-Gureş hat astengkirin. Rêbazên JÎTEM’ê jî hîn bêhtir hovane bûn. Di serdemeke ku ev konsept berdewam dikir de Erbekan jî xwest çareseriyeke navxweyî pêş bixe lewma ew jî hat tesfiyekirin. Helwesta Karadayi jî hinek cuda bû. Kivrikoglu jî ev rêbaz gelek nedipejirandin. Lewma li Qibrisê li dijî Kivrikoglu sûîqest kirin. Di navbera salên 1999’an heta 2002’yan de, di serdema Kivrikoglu û Ecevît de li ser navê dewletê li vir bi min re hevdîtin hatin kirin. Ez tenê qala pêvajoya lêpirsînê ya 10 rojan nakim. Heta sala 2002’yan jî rayedarên dewletê dihatin vir û bi min re hevdîtin dikirin. Kesên dihatin vir peywirdarên sivîl, leşkerî û îstîxbaratê bûn. Di sala 2002’yan de ev hevdîtin di carekê de qut bûn. Helwesta Ecevît a wê demê baş bû, hewl dida çareseriyeke navxweyî pêş bixe, rola xwe bilîze û înîsiyatîfê li xwe bigire. Her wiha li dijî destwerdana DYA’yê jî seknekî wî hebû. Lewma hat tesfiyekirin ku mirina wî hêj tê nîqaşkirin.”    DÎPLOMASIYA LI DIJÎ OCALAN   Li hêlekê kesên dixwestin di nava sînorên Tirkiyeyê de çareseriyek were pêşxistin bi destê JÎTEM’ê dihatin tunekirin, li hêla din jî tevna komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan dihat rêsandin. Yek ji hewldanên herî balkêş ên di vê mijarê de, serdana Serokê DYA’yê Bill Clinton a di sala 1994’an de ya ji bo Sûriyeyê bû. Piştî 21 salan, yekemîn car bû ku serokekî DYA’yê dihat serdana Sûriyeyê. Bi salan piştre aşkere bû ku mijara sereke ya hevdîtina di navbera Clinton û Hafiz Esad de Ocalan bû. Hevdîtin 4 saetan berdewam kiribû. Yek ji heqîqetên din ên bi salan piştre derketî holê jî ew bû ku Clinton piştî hevdîtina li Sûriyeyê, bi Serokwezîrê Yewnanistanê Kostas Simitis re li Qesra Spî hevdîtin kir û di vê hevdîtina veşarî de mijara hevdîtinê dîsa Ocalan bû.    LINGÊ KOMPLOYÊ YÊ KURD   Di wê serdemê de Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî hat Enqereyê û piştre jî bi Rêberê YNK’ê Celal Talabanî re çûn Washingtonê. Di 17’ê îlona 1998’an de jî ‘Peymana Otonomiya Kurd’ îmze kirin û bi vê yekê re lingê komployê yê kurd jî hate temamkirin.    Komploya navneteweyî piştî vê peymanê kete meriyetê û hêzên kûrewî dixwestin aloziya li Rojhilata Navîn mezintir bikin. Ocalan ku ev plana hêzên kûrewî vala derxist, di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji bo avakirina bingeha çareserkirina pirsgirêka kurd ji Sûriyeyê derket, heta di 15’ê Sibata 1999’an de li Îmraliyê ketiye zindanê, di serî de jî welatên Ewropayê rastî îxaneta gelek dewletên ku li deriyê wan xistibû hat.