Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were 2022-02-01 14:22:08 NAVENA NÛÇEYAN - Ji ber mirinên li girtîgehan diqewimin daxuyanî hatin dayîn û wiha hat gotin: “Divê tavilê dawî li polîtîkayên mirinê yên li girtîgehan were.”   Bi pêşengiya komeleyên malbatên girtiyan li gelek bajaran tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, mirinên li girtîgehan û neberdana girtiyên nexwe û girtiyên cezayê wan qediyaye protesto kirin.    AMED   Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAYDER) xwest ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin, li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê daxuyanî bide çapemeniyê. Rêveberên Rexistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Amedê, malbatên girtiyan ên 78 roj in li Baroya Amedê Nobeda Edaletê dane destpêkirin beşdarî çalakiyê bûn. Gelek kes civiyan û xestin daxuyaniyê bidin. Polîsan daxuyaniyê asteng kirin.    ‘EM Ê TU CARÎ QEBÛL NEKIN’    Rêveberê MED TUHAD-FED’ê parêzer Yusuf Çakas bertek nîşanî astengkirina polîsan da û got: "Du roj beriya niha hevalekî me li girtîgehe dîsa jiyana xwe dest da. Ji ber wê me xwest em daxuyaniyê bidin lê nahêlin. Ev astengkirin ne hiqûqî ye. Em ê vê yekê tu carî qebûl nekin.”    Pişt re girseyê bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî astengkirina polîsan da. Girseyê bênavber dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û di nava dorpêça polîsan de kêliyek çalakiya rûniştinê li dar xistin. Pişt re girseyê çalakiya xwe bi dawî kir û ji ber girtîgehê veqetiyan.    WAN   Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran (TUHAY-DER) a Wanê li ber Kargeha Ovayê daxuyanî da. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.    ÎZMÎR    Bi pêşengiya EGE TUHAYDER’ê jî li Îzmîrê li ber nûnertiya DBP’ê daxuyanî hat ayîn. Rêveberên HDP, DBP, HDK, ÎHD, ANYAKAY-DER, Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî, bila dawî li mirinên li girtîgehan were” hat vekirin. Dovîzên “Tecrîd sûcê mirovahiyê” û “ji girtiyên nexweş re azadî” hatin hildan.    STENBOL    Li Stenbolê jî bi pêşengiya MATUHAYDER’ê li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê HDP’ê Zeynel Ozen, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankartê “Ji girtiyên nexweş re azadî, bila dawî li mirinên li girtîgehan were” hat vekirin û dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hat berzkirin.     EDENE   Li Edeneyê jî li avahiya AATUHAY-DER’ê daxuyanî hat dayîn. Rêveberên HDP, DBP, AYKAY-DER û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    MÊRSÎN   Li Mêrsînê jî bi pêşengiya Çukurova TUAY-DER’ê li vahiya Rêxistina HDP’a Mêrsînê daxuyanî hat dayîn. Rêveberên HDP, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.