'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’ 2022-02-01 16:26:41 WAN - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Arjîn Tuncer diyar kir ku ew piştgiriya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dikin û nobed ji bo wan bûye hêvî.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye werin berdan dane destpêkirin, di roja 53’yemîn de berdewam kir. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Komeleya Çand, Huner, Antropolojî û Zanistê (BASK-DER) serdana malbatan kirin.    'EM LI CEM BERXWEDANÊ NE’    Endama Meclîsa Ciwanan HDP’ê Arjîn Tuncer di serdanê de axivî û diyar kir ku malbat bi Nobeda Edaletê berxwedanek mezin nîşan didin û ev nobed ji bo wan bûye hêvî. Tuncer destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her roja ku diçe zêdetir dibin û wiha got: “Em wek ciwanan her tim li cem vê berxwedanê ne. Em berxwedana malbatan silav dikin. Em malbatên girtiyan hemû vedixwînin vê berxwedanê. Em wisa bi bawerin ku wê ev berxwedan di demek kin de bigihîje encama xwe.”