HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn 2022-02-01 16:30:39 ENQERE - HDP'ê bal kişande ser biryara binpêkirinê ya DMME'yê û got: ''Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn, siyasetmedarên rehîn bêne berdan.'' Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (MYK) derbarê biryara "binpêkirinê" ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkilî rakirina destnedayîna parlamenterên HDP'ê daxuyaniye niviskî belav kir.    HDP'ê destnîşan kir ku DMME'yê bi rengekî teqez pejirandiye ku Tirkiyê bi rakirina destnedayîna mebûsên HDP'ê ya 20'ê Gulana 2016'an Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê binpê kiriye û ev biryar dijî hiqûqê ye.   HDP'ê derbarê biryara DMME'yê wiha got ''Ev biryara DMME'yê biryareke bi wesfê teqez e û demildest divê were bicihanîn. Bi biryara îro re, dozên ku piştî destlêdan hatiye rakirni, dest pê kirine demildest werin sekinandin, hevalên me yên ku li girtîgehê ne demildest werin berdan, înfaza cezaxwariyan were sekinandin û demildest bêne berdan.''