Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin 2022-02-01 16:52:36 NAVENDA NÛÇEYAN -  Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê bang li qada navneteweyî kir ku ji bo darizandina DAIŞ’iyan dadgeheke navdewletî were avakirin. Rêveberiya Xweser da zanîn ku DAIŞ ji bo hemû mirovahiyê talûkeyeke mezine û divê cîhan di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de berpirsyariya xwe bi cih bîne.  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der bare êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Hesekê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ji ewil serkeftina hêzên ewlekariyê û gel a li dijî êrişa DAIŞ’ê hat pîrozkirin û kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.    Rêveberiya Xweser diyar kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hêzên wan ji bo parastina mirovahiyê heta niha 12 hezar şehîd dane û wiha domand: “Her wiha 25 hezar jî birîndar û gazî hene. Tevî vê yekê jî pirsgirêka terorê ya li herêmê didome. Her wiha 12 hezar çeteyên DAIŞ'iyên ji zêdetirî 50 welatên cuda niha di destê me de girtî ne. Her wiha 5 hezar jê ji Sûriyeyê, bi dehezaran malbatên wan jî li kampên Hol û Rojê dimînin. Vê yekê barê Rêveberiya Xweser û HSD’ê giran kir.”   DAXWAZA DADGEHA NAVNETEWEYÎ   Di berdewamê de jî Rêveberiya Xweser da zanîn ku talûkeya heyî hemû civaka navneteweyî eleqedar dike û wiha pê de çû: “Divê ev pirsgirêk, bi koordîneya civaka navdewletî û Rêveberiya Xweser bê çareserkirin. Bi avakirina dadgeheke navneteweyî yan jî bi damezirandina dadgeheke ku xwedî taybentmendiyên navdewletî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare edalet bi cih bê. Ji bo vê jî divê dewletên ku welatiyên wan di nava rêxistina DAIŞ'ê de berpirsyariyên xwe bi cih bînin, welatiyên xwe bi taybet jin û zarokan vegerînin, wan darizînin, tev li civakên wan bikin û wan ji nû ve perwerde bikin. Ji bo ji nû ve perwerdekirina van zarokan û derxistina wan a ji cihên nebaş, divê alîkariyê bidin Rêveberiya Xweser.  Ji bo biewletirkirin û başkirina girtîgeh û kampan jî divê alîkarî bê dayîn.”    ‘XWESTIN RÊVEBERIYA XWESER TÊK BIBIN’   Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji ber kêmasiyên civaka navdewletî, rojane li kampa Holê bûyerên qetilkirin, serjêkirin, şewitandina kampan û hwd diqewimin. Rêveberiya Xweser bal kişand ser êrişa li dijî Girtîgeha Sînaayê û ev agahî dan: “Derdora 200 çeteyên DAIŞ’ê êriş kir. Ev kes ji herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de û ji Iraqê hatibûn. Hewl didin DAIŞ’ê zindî bikin, aloziyan derxînin û projeya Rêveberiya Xweser têk bibin. Bi êrişa DAIŞ’ê re hemwext, dewleta tirk û çeteyên wê jî êrişî sivîlên Eyn Îsayê kir. Desthilata Şamê û îtîlafa Erdogan jî ji rewşê sûd girt û HSD û hêzên koalîsyonê bi sûcên şer û guhertina demografyayê tawanbar kirin. Xwestin Rêveberiya Xweser têk bibin, piştgiriyên bidin terorîstan û di navbera gelan de fitneyê derxînin. Ev her du aliyên binkeftî bila bizanin ku tenê xizmeta terorîzmê dikin. Bi saya fedekariya gelên me û hêzên leşkerî, ev plan têk çû.”   Rêveberiya Xweser herî dawî jî daxwazên xwe yên ji bo koalîsyona navneteweyî û civaka navneteweyî rêz kir. Daxwazên Rêveberiya Xweser wiha ne:    “* Li dijî xetereya terorê û şaneyên DAIŞ'ê yên terorîst, divê alîkariya bo HSD û hêzên ewlekariyê re bê zêdekirin.    * Divê dadgeheke navneteweyî yan jî dadgeheke xwedî taybetmendiyên navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin da ku sûcdar werin darizandin û edalet pêk were.   * Divê hemû dewletên ku welatiyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene, erkên xwe bi cih bînin û hemwelatiyên xwe yên çekdar, jin û zarok vegerînin. An jî destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku rewşa xizmetguzarî û ewlehiyê li kamp û girtîgehan baştir bike. Her wiha divê jinên sûc kirine bên darizandin.   * Ji bo pêşxisina rewşa xizmetguzarî, perwerde û tenduristiyê divê piştgiriya aborî bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re were kirin û herêm ji Qanûna Qeyser were dûrxistin. Da ku rê li ber hewldanên rêxistina DAIŞ'ê venebe ku sûdê ji aliyê lawaz werdigire û di aliyê biçekkirina şaneyan û rêxistina îdeolojîk de bi kar neynin.   * Divê desteka mirovî were zêdekirin û biryara girtina deriyê Til Koçerê di ber çavan re were derbaskirin. Ji ber ku alîkariyên mirovî yên ku ji civata navneteweyî bi rêya Şamê derbas dibin kêm in. Alîkariyên NY dişîne nagihijin ber destê me ji ber ku ev alîkarî ji çargoşeya ewlekariyê ya Qamişloyê re diçin ku di bin serweriya Şamê de ye.   * Di aliyê siyasî de divê piştgiriya Rêveberiya Xweser were kirin, ji bo ewlehiya herêmê asta xebatê were xurtkirin, zext li dewleta tirk a dagirker were kirin da ku ji herêmên dagirkirî yên ku ji terorîstan re bûne navend vekişe, êrişên xwe li ser herêmê rawestîne ku sivîlan dike hedef û destekê dide terorê da ku ewlehiya herêmê têk bibe.   * Ji bo avakirina navendên perwerdekirina zarokan, başkirina rewşa ewlehî û mirovî ya girtîgeh û kampan, divê piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser.”