Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê 2022-02-01 23:33:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê êriş birin ser Kampa Mexmûrê, Dêrik û Şengalê.   Balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) êriş birin ser Kampa Mexmûrê, Dêrik û Şengalê.  Li gor nûçeya di Rojnewsê de, piştî êrişan balafirên leşfê hîn jî li ser Kampa Mexmûrê diçin û tên.    ÊRIŞÎ DÊRIK Û ŞENGALÊ KIRIN   Her wiha hat diyarkirin ku balafirên şer ên tirk ji hewayê de êriş birin ser gundê Teqil ê navçeya Dêrik a Qantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê jî.    Li gor agahiyên bi dest ketin, gelek balafirên şer 20 caran ji hewayê de êriş birin ser gundê Şîlo, Barî, Kûrs û Çilmîra yên Şengalê jî.    Îro danê êvarî gelek balafirên şer ji Amedê rabûbûn.