‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e' 2022-02-02 09:03:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê Yûsûf Kara, diyar kir ku tu hêleke mirovî ya NY'yê nemaye û got: "NY, ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e."  Ambargoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li ser Kampa Mexmûrê 3 sal in didome. Li Kampa Mexmûrê 12 hezar kurdên di salê 90'an de ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê û ji ber valakirina gundan û ferzkirina cerdevantiyê koç kirine, dimînin. Kamp ji sala 1998'an ve di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye û xwedî statuya penaberên siyasî ya navdewletî de ye. Lê belê ji roja ku hatiye avakirin heya niha bi gelek êrişan re rû bi rû maye û piştî di 17'ê Tîrmeha 2019'an de li Hewlêrê 3 peywirdarên balyozxabeya Tirkiyeyê hatin kuştin, PDK'ê dest bi ambargoyê kir. Ambargoya PDK'ê ya li ser kampê ji Tîrmeha 2019'an ve didome.    Ji xeynî vê ambargoyê gelek caran jî bi êrişên Amûrên Hewayê yên Bêmirov (ÎHA) ên Tirkiyeyê re rû bi rû maye. Di van êrişan de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne. Niha jî rayedarên Iraqê hewl didin kampê bi têlan dorpêç bikin. Hêzên eskerî yên Iraqê di 27'ê Kanûna 2021'ê de têl anîn û xwestin dora kampê bigirin. Lê belê piştî şêniyên kampê li ber vê pêkanînê rabûn, rayedarên Iraqê nikaribûn dora kampê bigirin. Lê vê carê jî dest bi çêkirina qûleyên "ewlehiyê" kirin.   Hevserokê Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê Yûsûf Kara geşedanên dawî yên li kampa ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.      ‘DIXWAZIN KAMPÊ BELA BIKIN"   Kara, bibîr xist ku şêniyên kampê 27 sal in bi her cure tahde û zordariyê re rû bi rû ne, lê belê tu carî serî netewandine û bedêlên giran dane. Kara, diyar kir ku piştî zor û zehmetiyek giran li kampê bi cih bûne û êriş û çewisandinên li ser wan ji roja li kampê bi cih bûne heya niha didomin. Kara, destnîşan kir ku armanca van êrişan jî ew e ku mirovên têkoşer bela bike û got: "Lewma kampa me dorpêç dikin. Çûn hatina me asteng dikin. Di warê aborî û civcakî de astengiyan didin der, lê em şêniyên kampê em ê tu carî serî netewînin."    ‘IRAQ DI BIN BANDORA TIRKIYEYÊ DE YE'   Kara, destnîşan kir ku tiliya Tirkiyeyê di êrişên li ser kampê de heye û Hikûmeta Iraqê jî di bin bandora Tirkiyeyê de ye û li gor wê hereket dike. Kara, bilêv kir ku Iraq bi statuya dewleteke azad siyasetê nake û got: "Ji lew re hin koman dewleta Iraqê êsîr girtine. Nikare hikûmeteke siyasî ava bike. Hikûmetên tên avakirin jî di bin bandora Îran, Amerîka û Tirkiyeyê de ne. Lewma bêîstikrarî didome."   ‘EM QÛLEYÊN EWLEHIYÊ QEBÛL NAKIN'   Kara, destnîşan kir ku Iraq li gor fermanên Tirkiyeyê berê xwe dide kampa me û got: "Hewldana wan a bi têlan girtina dora kampê mînekeke vê ye. Gelê me nehişt dora kampê bi têlan bê girtin. Lê ev tê wateya ku dê di pêş de tiştine din bikin. Niha jî em dibihîsin li nêzî kampê qûleyên ewlehiyê tên çêkirin. Me lêkolîn kirin. Me tespît kir ku qûle anîne. Me hevdîtin kirin. Gotin ev ne ji bo kampê ji bo deverine din in. Em dişopînin. Ger van qûleyan li dora kampa me çêbikin, tu ferqa wan û têlan tune ye. Me hevdîtin bi nûnerên NY'yê re jî kirin, wan jî got hewldanên ji bo girtina dora kampê tune ne. Wisa tê fêmkirin ev hewldanên Tirkiyeyê û yên nêzî wê ne. Bedêl çi dibe bila bibe em ê vê yekê qebûl nekin."    ‘NY, PENABERAN NAPARÊZE'   Kara, bibîr xist ku Kampa Mexmûrê cihekî ku penaberên siyasî lê dimînin û di warê tenduristî, perwerdehî, aborî, civakî û siyasî de di bin banê NY'yê de ye û got: "Lê NY, mîsyona xwe ya ji bo parastina penaberan bi cî nayne. Tirkiye di vî warî de jî bandora xwe didomîne. Ji bo berjewendiyên xwe bandorê li NY'yê jî dike. NY jî qaşo saziyeke mirovî ye, lê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî hereket dike. Lewma li ber êrişên li ser kampê xwe li bêdengiyê datîne. Qanûnan dieciqîne. Bi milyonan dolar pere xerc dikin, lê ne diyar e bê ji bo çi û ji bo kê xerc dikin. NY, ne saziya ji bo yekbûna neteweyan, saziya çend dewletên ji bo berjewendiyên xwe li hev kombûne. Ji lew re pratîka wan vê yekê nîşan dide. Lê em ê li ber tu êrişan serî netewînin. Di vî warî de em bang dikin ku NY û Hikûmeta Iraqê peywira xwe bînin cî."    MA / Omer Akin