Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn 2022-02-02 12:49:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin di êrişa duh bi şev ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Wargeha Mexmûrê pêk hat de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî jiyana xwe ji dest dane. Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Kampa Penaberan a Mexmûrê, derbarê êrişa duh bi şev ya li ser Wargeha Mexmûrê ku ji aliyê Tirkiyê ve pêk hat de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Fermandariyê di daxuyaniyê de ragihand ku di encama êrişa duh bi şev de 2 endamên wan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan şêniyên Mexmûrê jî birîndar bûne.