Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin 2022-02-02 14:04:32   STENBOL - Girtîyê nexweş Turgay Denîz ku li Nexweşxaneya Yedikuleyê jiyana xwe dest da, li navçeya Sûltanbeylî li Goristana Osmangaziyê bi awayekî girseyî hat definkirin.   Girtiyê nexweş Tûrgay Denîz (39) ku li Girtîgeha Metrîsê dihat girtin, îro di saetên serê sibehê de li Nexweşxaneya Yedikuleyê jiyana xwe ji dest da. Malbata Denîz a ji navçeya Motkan a Bedlîsê cenazeyê Denîz ji nexweşxaneyê girt û bir navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê. Polisan di rê de çend caran pêşî li malbata Denîz girt û ji wan re astengiyan derxist. Rexmî hemû astengiyan jî malbatê cenazeyê Deniz bir Mizgefta Abdurrahman a li navçeyê û piştî wecîbeyên olî li Goristana Osmangaziyê bi awayekî girseyî defin kir.    Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encû, endam û rêveberên HDP'a Sultanbeyliyê û gelek welatî beşdarî merasîma cenaze bûn.    Piştî definkirinê malbat û kesên beşdarî merasîma cenaze bûn ji goristanê derketin û çûn sersaxiyên xwe bidin malbetê. Malbat şîna xwe li Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Gel a Bedlîsê ya li taxa Kavakpinarê ya navçeya Pendîkê danî.    Her wiha hat zanîn ku birayê Denîz ê bi navê Ûlaş Denîz jî li Girtîgeha Kandirayê girtî ye û xwestiye ku tevlî merasîma cenazeyê kekê xwe bibe lê tevlîbûna wî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye redkirin.