Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin 2022-02-02 14:04:56 ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede anî ziman ku dixwazin bi veguhezandina doza Denîz Poyraz a ji bo Kayseriyê rastiya “cînayeta siyasî” dernekeve holê û pêşiya vê yekê asteng bikin.    Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirsiyar e têkildarî Doza Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin, li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.    Dede anî ziman ku li ser geşedanên li pêş ketine ew neçar mane daxuyanî bidin û got: “Dozgerî, Walîtiya Îzmîrê û polîs li şûna rastiya qetlîamê derxin holê, radibin dixwazin ser qetlîamê biniximînin. Li gorî agahiyên dawî me bihîst ku dixwazin li ser daxwaza kujer dozê ji Îzmîrê veguhezînin Kayseriyê. Dixwazin vî kujerî jî bi polîtîkaya bêcezakirinê xelas bikin. Kujer bi îdiaya ku ewlehiya wî nîne serî li CÎMER’ê daye û xwestiye doza wî bibin Kayseriyê. Doza Alî Îsmaîl Korkmaz birin Kayseriyê. Doza Ûgûr Kaymaz birin Kayseriyê. Kujeran bêceza hiştin û wan beraet kirin. Em carek din dixwazin destnîşan bikin, bi vê hewldana guhertina cihê dozê dixwazin ser rastiya vê cînayeta siyasî bigirin û nehêlin rastî derkevin holê. Em vê yekê qebûl nakin. Dixwazin dozê ji me birevînin. Em bang li her kesî dikin ku em bi hev re nehêlin dozê ji Îzmîrê birevînin cihek din.”