Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin 2022-02-02 15:02:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Lîwaya Seyîd Şuheda ya girêdayî Heşda Şebî, li ser êrişên Tirkiyê li ser Mexmûr û Şengalê rexneyên tûnd li bêhelwestiya hikûmeta Iraqê kir û got: "Wê hêzên me heta dawiyê li dijî dagirkeriya Tirk rawestin."    Sekreterê Giştî yê Lîwaya Seyîd Şuheda ku girêdayî Heşda Şebî Ebu Ela Elwelayî, têkildarî êrişa duh bi şev ên Tirkiyê li ser Şengal û Mexmûrê peyamek li ser Twitterê belav kir û got: “Dewleta Tirk cîranek xirab e. Hatiye nava kûrahiya xaka Iraqê bêyî ku helwestek hikûmeta Iraqê li beramber were nîşandan, dagirkeriyê dike. Hikûmeta Iraqê li beramberî dagirkeriyê serê xwe xistiye binê erdê de.”   Her wiha Ebu Ela Elwelayî got: “Hêzên me yên têkoşer wê heta dawiyê li dijî planên dagirkeriyê raweste.”