Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir 2022-02-02 15:42:59   NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ êrişên Tirkiyeyê yên li ser Mexmûr, Şengal û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û ev bang kir: "Em bang li jinan dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin û li dijî êrişan têbikişoin."   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Mexmûr, Şengal û bajarê Dêrikê yê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî da. TAJÊ, êrişê weke êrişeke tirsnak bi nav kir û bang li dayik û jinan kir ku li dijî êrişan dengê xwe derbixin û ev tişt got: "TGu ferqa êrişên duh evarê ji êrişên DAIŞ'ê yên li ser Hesekê nîne. A li Hesekê têk çû Tirkiye bû. Piştî Hesekê Kazimî serdan Şengalê kir û piştî vegerê bi Sefîrê Tirkiyeyê yê Iraqê re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê êriş pêk hatin. Ev ne tesaduf e. Dema ku êriş li Şengalê hatin kirin tu deng ji Hikûmeta Iraqê derneket."   'ROLEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ DAYIKAN'   Di berdewamê de TAJÊ, destnîşan kir ku wê bi êrişan gel xaka xwe terk neke û ev tişt anîn ziman: "Em careke din dubare dikin ku wê tu hêz nikaribe me ji xaka me dûr bixe, em ê li virê li ber xwe bidin. Em berxwedana gelê xwe pîroz dikin. Wê sekna gelê me xweserî û azadiya Şengalê bîne. Bila cemaeta me bizanibe ku ev êriş hebûna me neteweyî û dîroka me hedef digire. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî êrişan bibe sîper. Roleke girîng dikeve ser milê dayikên êzidî."