Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin 2022-02-02 16:46:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin û nayên berdan li Amed û Wanê têkoşîna xwe ya nobeta edaletê didomînin, daxwaz kirin ku bêhiqûqiyê bi dawî bikin û girtiyan berdan.   Nobeta Edaletê ya li Baroya Wanê hatibû destpêkirin, di roja 53'yan de berdewam dike. Hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan, Dilşah Alkan û bavê girtî Botan Tîmûr, Kazim Tîmûr tevlî nobetê bûn. Endamên Komeleya Lêkolînên Koçê (Goç-Der( a Serhedê serdana nobetê kirin. Di nobetê de Rêvebera Goç-Der'ê Ayten Kiran axivî û diyar kir ku wê bi têkoşîna kurdan bêhiqûqiya ku li girtiyan tê kirin bi dawî bibe û wiha got: "Pirsgirêkên li girtîgehên Tirkiyeyê tevahiya kurdan eleqedar dikin û divê herkes pitgirî bide malbatan. Helwesta li dijî girtiyan nêzikbûna desthilatê ya li dijî kurdan nîşan dide. Wê teqez ev desthilat neçar bimîne ku terka van polîtîkayên xwe bike. Wê têkoşîna kurdan vê bêhiqûqiyê teqez bide rawestandin. Em bi hêvî ne wê girtî azad bibin."   AMED    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê jî di roja 79'an de berdewam dike. Ji malbatên girtiyan Hazal Yildirim, diyar kir ku ji bo edaletê nobet digirin û ev tişt gotin: "Îro jî ji girtîgehan cenaze dertên. Êdî bes e bila ji girtîgehan cenaze dernekevin. Serokkomar gotibû ku wê rondikên çavên dayikan bide sekinandin. Ka çima tiştek nade me. Daxwaza me edalet e, edalet e, edalet e."   BANGA LI MUXALET Û RÊXISTINÊN SIVÎL   Piştî Yildirim ji malbatan Heqî Boltan jî axivî û ev tişt anîn ziman: "Çalakiya ku em dikin herkesî bihîst lê hikûmet paşguh dike. Bi rojan e em li vir rûniştî ne. Em li bendê ne ku rayedarên hikûmetê daxwazên me ji me bipirsin û li gorî vê ji me rêyek diyar bikin. Siyaset û desthilat ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyan heye. Heke pirsgirêkan çareser nekin tu meneya wan tune ye. Di 5'ê çileyê de dema ku me li Enqerê serdana partiyên siyasî û rêxistin sivîl kiribû, me lîstyeke girtiyen nexweş dabû wan û xwestibû ku bên berdan. Di nav van girtiyan de Tûrgay Denîz jî hebû. Lê heta ku jiyana xwe ji dest da Denîz bernedan. Em vê qebûl nakin. Wê kê ji binî vî gunehî derkeve. Banga me li partiyên muxelefetê û rêxistinên sivîl e ku pêşî li van pêkanîn û mirinan bigirin."