Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin 2022-02-02 18:01:20   MÊRDÎN - Danişîna doza ku bi îdiaya "kesên li dijî terorê têdikoşin hedef digire" li nûçegihanê me Ahmet Kabnal hatibû vekirin, hat taloqkirin.    Danişîna dudoyan a doza ku bi hinceta beşek hevpeyvîneke bi Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn re hatibû kirin li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kiriye li nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal hatibû vekirin, îro hat lidarxistin. Danişîna dudoyan a dozê ku piştî gilîkirina Cîgirê Fermandarê Giştî yên Cendirmeyan Mûsa Çîtîl bi îdiaya "kesên li dijî terorê têdikoşin hedef digire" û "heqaretê" hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Aydinê hat lidarxistin. Rojnamevan Kanbal û parêzerê xwe Erdal Kûzû li Mêrdînê bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bûn. Lê Çîtîl û parêzerên xwe cardin tevli danişînê nebûn.   Piştî tespîtkirina nasnameyê dozger mutalaaya xwe ya berê cardin dubare kir û xwest bi îdiaya "hedefnîşandanê" ceza li Kanbal bê birîn.    Parêzerê Kanbal Erdal Kûzû jî biryarên emsal ên AYM û DMME'yê yên di vî warî de bibîr xist. Kûzû, di parastina xwe de diyar kir ku nûçeya bûye mijara sûc nehatiye astengkirin û xwest têkildarî rewşa astengkirina malpera rojnameyê ya nûçeya navbirî weşandiniye ji BTK'ê agahî bê xwestin bê ka malper hatiye astengkirin yan na. Kûzû, anî ziman ku dê parastina xwe ya derbarê esasê de jî paşê bikin.    Dozgeriyê xwest daxwazên Kûzû bên redkirin û heyeta dadgehê jî daxwazên parêzerê Kanbal red kirin. Piştî vê parêzer Kûzû jî doza redkirina dadger kir. Dozger xwest ev daxwaz jî bê redkirin û heyeta dadgehê jî derpêş kir ku ev daxwaz sirf ji bo dirêjkirina darizandinê ne û daxwaza Kûzû red kir.   Dadgehê dozê taloqî 2'yê Adarê kir.