5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin 2022-02-02 18:18:52     NAVENDA NÛÇEYAN -  5 QSD'iyên li Hesekê di operasyona li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li ser Girtîgeha Sînaayê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmeke girseyî hatin birêkirin.    5 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên di dema pêngava "Gurzên Gelan" a li Hesekê ya li dijî êrişên DAIŞ'ê hatibû destpêkirin de jiyana xwe ji dest dabûn, li Amûdê bi beşdariya bi hezaran kesî hatin birêkirin. Gel bi konvoyeke qelebalix hat Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl. Li vir kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.   Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Elî, sersaxiya malbatan kir û got: "Şehîdên me pêşengên me ne û divê em li ser şopa wan bin."    Elî, destnîşan kir ku armanca DAIŞ'ê tunekirina nasnameya kurdî ye, lê belê Şoreşa Rojavayê tevî hemû êrişan jî li ber xwe dide û amade ye DAIŞ'ê tasfiye bike.    Elî, bilêv kir ku dê li cem QSD'ê bin û li ser şopa kesên jiyana xwe ji dest dane bin.    'EM Ê DEV JI RÊÇA AZADIYÊ BERNEDIN'   Endama Kongreya Starê Şîlan Ehmed jî destnîşan kir ku helwesta gel a li Hesekê cihê şanaziyê ye û got: "Gel nîşan da ku her welatparêzek rûmetek e."    Ehmed, anî ziman ku DAIŞ'ê ev êriş bi tena serê xwe nekiriye û got: "Gelê me ev azadî bi rihetî bi dest nexist. Di rêça vê azadiyê de bi deh hezaran kes şehîd bûn. Em ê tu carî dev ji rêya azadiyê bernedin."    Merasîm piştî definkirina Hisên Hesen (Hisên), Mihemed Xelef (Mihemed), Luey Hisên (Luey Amûdê), Mihemed Elî Hecr (Agîd Agirî) û Farûq Ismaîl bi dawî bû.