Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin 2022-02-02 18:40:36     AMED – HDP'ê li Amedê êrişên li Şengal, Kampa Mexmûrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û navçeya Yenîşehîrê êrişên hewayî yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li Kampa Mexmûr, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.    Rêxistinên HDP'ê xwestin li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyekê bidin. Lê berî daxuyaniyê cihê ku wê daxuyanî lê bihata dayîn bi wesayîtên zirxî yên polîsan hat dorpêçkirin.    'HDP GEL E, GEL LI VIR E'   Piştî polîsan deriyên avahiya partiyê girtin û nehişt kes derkeve derve, HDP'iyan di şaneşînê de li quşxane û taweyan xistin û astengkirina polîsan şermezar kirin. Welatiyên li derdorê jî bi çepik û pîspîskê piştgiriya HDP'iyan kirin.   Meclîsa Ciwanan a HDP'ê jî bi berzkirina dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e" û "Wê AKP hesab bide" astengkirin û êriş şermezarkirin.