Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket 2022-02-02 20:27:08   MÊRDÎN - Guleyeke hewanê li gundê Boxziya Biçûk ê Qoserê ket. Nehat hînbûn bê ka gule ji ku hatiye avêtin.    Guleyeke hewanê li gundê Boxaziya Biçûk ê navçeya Qoser a Mêrdînê ket. Guleya hewanê li nav gundê gundiyan ket û kortek bi qasî 2 metreyan çêkir. Di bûyerê de kes birîndar nebûye.   Nehat hînbûn bê ka gule ji kîjan aliyî hatiye avêtin.    Gundiyan xeber gihand cendirmeyan.    Cendirme li herêmê dest vekolandinê kirin.