Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike 2022-02-02 23:17:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li Şengal, Dêrik û Mexmûrê daxuyanî da û destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê qels dike.    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li Şengal, Mexmûr û Dêrikê daxuyanî da.   Ebdî, di daxuyaniya xwe de got: "Ev êriş, tên wateya ragihandina şer. Sivîlan ber bi xetereyê ve dişînin û têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike. Gefên terorê zêde dibin, lewma berpirsiyariya mezin a pêşîlêgirtina van êrişên dewleta tirk, dikeve ser milê şirîkên me yê koalîsyonê."