Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê 2022-02-03 08:28:05 AMED - Polîsan bi ser avahiya Şaxa ÎHD'a Amedê ve girtin. Polîsan avahî dorpêç kir û lêgerîn da destpêkirin.  Polîsan vê sibehê bi ser avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ku li navçeya Yenîşehîrê ve girtin. Polîsan avahiyê dorpêç kir û li hundirê komeleyê dest bi lêgerînê kir. Hat zanîn ku serdegirtin bi hêceta ku Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê derbarê Rêveberê ÎHD'a Amedê Ferhat Berkpinar de daye destpêkirin pêk hatiye.    Parêzerên komeleyê hatin komeleyê û lêgerîn û dorpêça polîsan berdewam dike.