‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’ 2022-02-03 11:25:05 NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberê Şaredariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Alî Urek diyar kir ku tifaqa NY û Iraqê bi Tirkiyeyê re heye û van hêzan bi bêdengiya xwe nîşan da ye ku şirîkên êrişê ne.  Tirkiyeyê di 1’ê sibatê de bi beşdariya gelek balafirên şer êrişî Şengal, Mexmûr, Dêrik û herêma Şehbayê kir. Êrişên Tirkiyeyê rê li ber bertekan vekir û ev bertek her ku diçe jî zêdetir dibin. Di êrişên hemwext de li Mexmûrê 2, li Şengalê 3 sivîl û li Dêrikê jî 4 kes hatin qetilkirin. Têkildarî mijarê Rêveberê Şaredariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Alî Urek ji ajansa me re axivî.      ‘TIRKIYE, KURDÊ AZAD NAXWAZE’    Urek diyar kir ku Tirkiyeyê êrişeke berfireh kiriye û wiha got: “Em ne biyaniyên van êrişan in.  Ev ne êrişa ewil a Tirkiyeyê ye û ne jî dê bibe ya dawî. Em baş pê dizanin ku Tirkiye dê dev ji êrişên xwe bernede. Ji ber ku Tirkiye dixwaze kurdê azad tune bike. Dixwaze kurdên ku li nirxên xwe xwedî derdikeve tune bike.”   ‘EV HERÊM BI ZANEBÛN HATIBÛN HILBIJARTIN’    Di berdewamê de jî Urek da zanîn ku Tirkiyeyê ji sala 2020’an ve stratejiya xwe guherandiye û wiha domand:” Hewl dide hemû destkeftiyên kurdan tune bike. Ji êrişên xwe yên ser Zap, Metîna, Avaşîn, Werxelê, Mam Reşo û Zendûrayê encamek bi dest nexist. Lewma êrişî Mexmûr, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Hewl dide bi van êrişan têkçûna xwe veşêre. Ji bo ku DAIŞ’ê dîsa zindî bike û êrişan pê bide kirin, li Hesekê planeke berfireh xist dewrê. Bi vê yekê hem dixwest Hesekê dagir bikin û hem jî xwe bigihînin Şengalê. Lê ev plan têk çû û bi van êrişan hewl da têkçûna xwe veşêre. DAIŞ’ê li van herêmên navborî têkçûnên mezin jiya bûn. Lewma ev dever bi zanebûn hatin hilbijartin.”     ‘NY Û IRAQ JÎ ŞIRÎKÊN ÊRIŞÊ NE’   Urek axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Berpirsyariya NY û Iraqê di van êrişên hewayî de heye. Ji ber ku em di nava sînorên Iraqê de û di bin mîsogeriya NY’ê de ne. Bêdengiya van hêzan nîşan dide ku ew jî şirîkên van êrişan in. Rêveberiya Başûr ji xwe bi vekirî alîkariya Tirkiyeyê dike. Li rexekî êriş dikin û li rexa din jî bi destê PDK’ê ambargoyê didomîn. Dibe ku em di van êrişên piralî de zehmetiyan bikişînin lê em ê jiyaneke bêrûmet qebûl nekin. Mexmûr keleha berxwedanê ye. Em ê li dijî êrişan têbikoşîn. Banga me ji bo NY û Iraqê ew e ku dev ji tifaqa xwe ya bi Tirkiyeyê re berdin û berpirsyariya xwe cih bînin.”    MA / Omer Akin