Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan 2022-02-03 14:56:06 STENBOL - Polîsan êrişî nobeda malbatên girtiyan a li ber ATK’ê kir û gelek kes kirin binçavan. Parlamenterên HDP’ê bertek nîşanî êrişê dan û vê bangê kirin: “Divê ku ATK nebe şirîkê mirinan.”  Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di 20’ê çile de li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) a li Semta Yenîbosnaya Stenbolê dabûn destpêkirin. Înîsiyatîfê ragihandibû ji bo rewşa girtiyan ew ê her hefte roja pêncşemê li ber ATK’ê nobedê bigire. Nobedê di hefteya duyemîn de berdewam kir. Endamên Înîsiyatîfê, nûnerê Hêzên Têkoşîna Yekgirtî, parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Zuleyha Gulm û Zeynel Ozel û gelek malbat beşdarî nobedê bûn.      GELEK KES KIRIN BINÇAVAN    Beriya daxuyanî were dayîn, polîsan kuçeya ATK’ê bi maşîneyên zirxî dorpêç kir. Polîsan bi hêceta biryara qedexeyê ya Qeymeqamiya Navçeya Bahçelîevlerê çalakiyê asteng kir. Malbatên girtiyan israr kirin ku nobedê bigirin û daxuyanî bidin. Polîsan êrişî çalakiyê kir û gelek kes kirin binçavan.    Polîsan rojnamevanên xwestin wêne û dîmenên kêliya êrişê bigirin jî asteng kir.    ‘DIVÊ ATK NEBE ŞIRÎKÊ KUŞTINAN’    Li ser vê yekê parlamenterên HDP’ê li ber ATK’ê daxuyanî dan. Parlamenter Zeynel Ozel bertek nîşanî êrişa polîsan da û destnîşan kir ku ji bo mirin werin rawestandin ew li ber ATK’ê daxuyanî didin û got: “Ev îktidara ceberût tehamulî daxuyaniyek çapemeniyê jî nake. Darvekirinan rakirin lê bi vê pratîkê darvekirin berdewam dike. Mehên derbasbûyî 7 cenaze ji girtîgehan derketin. Girtî hêj dimirin. ATK dibe şirîkê sûcê van mirinan. Rapora dan Aysel Tugluk tune hat hesibandin. Em gazî ATK’ê û doktoran dikin, nebin şirîkê van kuştinan. Rûmeta xwe biparêzin. Nebin sedema mirinan. Em ê li ber van mirinan rabin. Divê em hemû azadîxwaz û demokrasîxwaz li ber van mirinan serî rakin û têkoşîna xwe ya li hember van sûcan mezin bikin.”    ‘GIRTÎGEH VEGUHERÎNE MALÊN KUŞTINÊ’    Parlamenter Zuleyha Gulum jî bertek nîşanî êrişa polîsan da û got: “Ev kuştin bi destê îktidara siyasî pêk tên. Qetlîman dike. Zarokên me tên kuştinê. ATK veguheriye saziya îşkenceyê û biryardayîna darvekirinê. Li gorî dilê îqtidarê tevdigere. Li girtîgehan qetlîam pêk tên. Girtîgeh veguherîne malên qetlîamê. Ji ber hevalên me xwedî li girtiyan derdikevin hatin binçavkirin. Divê ne hevalên me divê ku yên sûc dikin, ATK, girtîgeh, daraz, sazî û îktidara ferana mirinê dide werin binçavkirin.”