Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar 2022-02-03 15:02:25 RIHA – Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi mebesta piştevaniya bi malbata Şenyaşar re çûn serdana malbatê. Parêzeran got ku têkoşîna malbata Şenyaşar bo hiqûqnasan jî bûye hêvî û diyar kirin ku dê piştgiriya xwe ya bi malbatê re bidomînin.     Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 332’yemîn de berdewam e. Bi mebesta piştgiriya bi malbatê re, îro ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez , hevserokên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îlknûr Alcan û Bunyamîn Şeker û çendek parêzerên din çûn serdana malbatê.    'TÊKOŞÎNA MALBATÊ HÊVÎ DI HIQÛQNASAN DE AVA KIR’   Di çalakiyê de hevseroka OHD’ê Îlknûr Alcan axivî û da zanîn ku ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re hatine ber edliyeyê. Alcan got ku îktîdar guh nade biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û wiha domand: “Li welatekê ku dadgeh biryarên Dadgeha Qanûnsaz (AYM) û DMME’yê pêk nayîne, nobeta vê malbatê hêviyê dide hiqûqnasan. Nobeta dayika Emîne, hêvî da malbata Gulistan Doku jî. Ji Wanê heta Amed û Stenbolê, malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş li edaletê digerin û nobeta edaletê digirin. Mixabin, ji ber ku dadgeh edaletê pêk nayînin, îro em hewl didin daxwaza xwe ya maf û edaletê bi nobetan pê bidin qebûlkirin. Me heta niha li cem malbata Şenyaşar cih girt û îro şûnde jî em ê li cem wan bin. Ji bo hemû malbatên li edaletê digerin em ê parêzertiya xwe bidomînin.”    Piştre jî Ferît Şenyaşar axivî û destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin. Şenyaşar ji bo serdanê, spasiya parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir.    Dayika Emîne Şenyaşar jî qala zextên heta niha li wan hatine kirin bo parêzeran kir û got; ‘Kanê edalet û dilrehmî?”