Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da 2022-02-03 15:58:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Amedekariyê ya Meclisê, biryara rakirina destnedayîna Parlamentera HDP'ê Semra Guzel da.  Komîsyona Amedekariyê ya Meclisê, ji bo rakirina destnedayîna Parlamentera HDP'ê Semra Guzel cara sêyemîn li hev civiyan. Komîsyonê, bi piraniya dengan biryara rakirina destnedayîna Guzel da. Derbarê rakirina destnedayîna Guzel de wê biryara dawîn li Lijneya Giştî ya Meclisê bê dayîn. Heke biryara rakirina destnedayîna wê bê dayîn wê ji du dosyayan biryara darizandina Guzel bê dayîn.