Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin 2022-02-03 16:43:55 AMED/WAN - Malbatên girtiyan ku li Baroya Amed û Baroya Wanê Nobeta Edaletê digirin û ev bang kirin: "Hiqûqa xwe pêk bînin." Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dabû destpêkirin, di roja 80'yî de berdewam dike. Endamên Konfederasyona Sendîkaya Xizmetên Cemaweriyê (KESK) ku ji Rihayê hatibûn serdana nobedê piştevaniya malbatan kirin.    'HIQÛQA XWE PÊK BÎNIN'   Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Salîh Karataş, di serdanê de axivî û wiha got: "Ji roja ku têkoşînê dest pê kiriye ve girtîgehan her rê û rêbaz nîşan dane. Ji ber wê divê em bibin dengê girtiyan. Em li cem malbatan e. Zextên li girtîgehan li derve jî bi awayekî didomin. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan berbelav bûye. Sînoreke ehleqî û hiqûqî ji vê re tune ye.    Ji malbatên girtiyên Hazal Kaya jî da zanîn ku ew ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin çalakiya xwe didomînin û ev tişt anîn ziman: "Em ji bo edalet û aştiyê li vir in. Ji roja ku em li vir rûniştî ne ve 9 cenaze ji girtîgehan derketin. Em êdî vê deyax nakiin. Bila zarokên me bên berdan. Em dixwazin wan bibînin û hembiz bikin."   Ji xizmên girtiyan Încî Guler jî, bi lêv kir ku li dijî mirina girtiyan a li girtîgehan e û wiha got: "Bila dengê me bibihîzin û xwe bikin şûna me. Heta ku em encam bigirin, em ê li vir bin û li pişt zarokên xwe ne. Bila hiqûqa pêk bînin.    WAN    Li Wanê jî Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê di roja 55’emîn de berdewam kir. Îro endamên Platforma Jinan a Wanê û Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn serdana malbatan kirin. Dîba Keskîn di serdanê de axivî û diyar kir ku daxwazên malbatan daxwazên mafdar in û got: “Bi salan e li ser girtiyan bêhiqûqiyek heye. Girtîgehên Tirkiyê veguherîne cihên mirinê. Bi hezaran girtî nexweş in. Em piştevaniya çalakiya malbatan dikin. Em bejna xwe li ber têkoşîna malbatan ditewînin.”    ‘ÎŞKENCE PÊK TÊ’    Sekretera Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) a Nûnertiya Wanê Sevîm Çîçek jî li ser navê Platforma Jinan a Wanê axivî û destnîşan kir ku daxwaza malbatan daxwaza wan e jî û got: “Heke ku îro malbat di nobedê de bin ev jî şerma Tirkiyê ye. Li girtîgehan îşkence li girtiyan tê kirin û ev nayê qebûlkirin. Her roj girtî dimirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane tavilê werin berdan.”    ‘HÊZA WE HEYE’    Endama Komeleya Jinan STAR’ê Rojbîn Bor jî axivî û got: “Em bi hêza malbatên xwe bawer in. Dewlet jî di ferqa hêza we de ye. Bi salan em şahidiya hêz û vîna we dikin. Em bi malbatên xwe serbilind in. Em ê heta dawiyê piştevaniya web ikin.”    ‘EM MAFDAR IN’    Hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan, Dilşah Alkan jî destnîşan kir ku daxwazên wan daxwazên mafdar in û ew ji kesî natirsin û wê heta dawiyê têkoşîna xe bidomînin.